Li Çiyayê Nemrûd minîbusa geştyaran wergeriya: 16 kes birîndar bûn

19-10-2018
RÛDAW
Bûyer li bajarokê Kolikê yê ser bi Semsûra Bakurê Kurdistanê ve qewimiye.
Bûyer li bajarokê Kolikê yê ser bi Semsûra Bakurê Kurdistanê ve qewimiye.
Nîşan Semsûr Kolik Çiyayê Nemrûd Geştyar Minîbus Wergeriya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kolikê yê Semsûra Bakurê Kurdistanê minîbusa geştyaran dema ji Çiyayê Nemrûdê vedigeriya, wergeriya û di encam de 16 kes birîndar bûn.

 

Doh êvarê li ser Çiyayê Nemrûdê piştî ku geştyaran dema roj diçe ava temaşe kirin û vegeriyan bajarê Izmirê li nêzîkê Keleha Arsemia ya li bajarokê Kolikê minîbusa wan wergeriya û di encam de 16 kes birîndar bûn.


Hat ragihandin ku birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê hatine veguhestin û ti metirsiyek nîne û rewşa wan baş e.

 

Herwiha polîsê Tirkiyê ragihandiye, derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

 

Çiyayê Nemrûdê Heştemîn cihê newaze yê cîhanê ye û salane ji navxwe û derve bi hezaran geştyar serdana wê derê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst