Amed (Rûdaw) - Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê 259 muxtar û 635 cerdevan ango gundparêzên li bajarên Bakurê Kurdistanê ji kar hatibûn dûrxistin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, li Amedê ji Rûdawê re got, dûrxistina ji kar nerast e û divê pergala cerdevaniyê bi temamî ji holê bê rakirin û çekên di destê cerdevanan de ji wan bên standin. Muxtarekî ji kar dûrxistî jî bo Rûdawê axivî û got, ya ku li hemberî wan tê kirin neheqiyeke mezin e.
Ehmed Şen beriya çend rojan jî muxtarê Taxa Savaşê ya navçeya Sûra Amedê bû. Ev 3 sal bûn, ku ji ber şer û pevçûnên nava Sûrê qedexe li ser taxa wî heye.
Lê Ehmet Şen êdî ne muxtar e. Ji ber ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ew û 259 muxtarên li bajarên kurdan ji kar hatin dûrxistin. Hincet jî xetereya ewlehiyê û têkiliya wî ya bi rêxistineke derqanûnî re ye. Ew van angaştan red dike û dibêje biryara derbarê wî û hevalên wî de niheqî ye.
Ehmed Şen dibêje: “Saet 9'ê sibehê de qeymeqam telefonê min kir. Bang kir, ez çûm. Gotin tu ji kar girtine. Min sedem pirsî, sedem negot. Mohra min û kilîta min ji min girtin û ez ji wir derketim. Ev 15 sal in ez muxtar im, min peywira xwe bi cih aniye. Niheqî kirin. Em nikarin dengê xwe jî bikin. Em ê ji kî re bibêjin? Dest û lingên me girêdayî ye, em rawestiyane.”
Lêpirsîna derbarê muxtarên ku ji kar hatine dûrxistin de heta kengê dom dike nediyar e. Lê ji xeynî muxtaran operasyona jikardûrxistinê li ser beşên din jî berdewam e.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hem jikardûrxistina cerdevanan an bi gotineke din gundparêzan û hem jî jikardûrxistina muxtaran li dijî hiqûqê dibînin. Giregirên CHP'ê jî weke HDP'ê dixwazin, pergala gundparêziyê bi temamî ji holê bê rakirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê, Yildirim Kaya ji Rûdawê re ragihand:“Divê gundparêzî bê rakirin lê ne bi vî awayê jikaravêtinê. Divê çekên wan ji destê wan bigrin, divê di saziyên dewletê de karekî nû bidin wan. Di ser de muxtar jî ji kar avêtin. Ger 250 muxtar sûcdar bin, heta îro we çima ew ji kar dûr nexistibû?”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de got, ew dê ti muxtar û cerdevanên ku têkiliya wan bi PKK'ê re heye nehêlin. Hemûyan dê ji kar derxin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse