Heşda Şeibî ji Başûrê Kurdistanê bi rev vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Heşda Şeibî bi temamî ji Başûrê Kurdistanê reviya û hêzên xwe paş ve vekişand.

 

Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî dest bi raperîneke seranserî kirine.

 

Ji ber reftara çekdarên Heşda Şeibî yên li hember welatiyên Kurd ên navçeyên Kurdistanî, şewitandina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve bêrêziyên li bermaber pîroziyên xelkê Kurdistanê, xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî û hêzên iraqî serhildan kirin.

 

Yekem serî hildana xelkê Başûrê Kurdistanê ji qezaya Xaneqînê ve dest pê kir û piştî ku xelkê Xaneqînê daketin cade û kolanan, Heşda Şeibî ji vê qezayê vekişiya.

 

Piştî ku Heşda Şeibî li Xaneqînê reviya, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çekdarên Heşda Şeibîji Gulale û Şingalê jî derketin.