Mele Bextiyar: Hatina tirkan ne bê bername ye

19-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Piştî operasyona Mûsil û Reqayê rewşa Kurdistanê Konferans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar got ku Mûsil pirsgirêkek sed salî ye û Tirkiye jî bêyî bername xwe naxe nav vê mijara nîv leşkerî û nîv siyasî.

 

Ji aliyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve konferanseke bi navê “Piştî operasyona Mûsil û Reqayê rewşa Kurdistanê” tê sazkirin.

 

Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di konferansê de gotarek pêşkeşkir û ragihand: “Em niha di nav serdemeke pir bi alozî û kêşmekêşî de ne. Ev pirsgirêk tenê ne mijareke leşkerî ye, belku pirsigirêkek mezin ê siyasî ye, bi 3 dewletên herêmê, 3 neteweyên mezin ên herêmê û gelek pêkhateyên din ên etnîkî, ayînî eleqeder dike. Ev buyer di demekê de tê jiyankirin ku ji bo rêvebirina pirsgirêkan Civata Ewlekariya Neteweyî xwedan bernemeyekî hevpar nînin. ”

 

Berpirsê PolÎtbûroya YNKê diyar kir, “Amerîka, Rûsya û welatên Yekîtiya Ewropayê heryek xwedan planeke cuda ye, hêzên statûkoparêz bernameya xwe pêktînin lê mixabin gelên herêmê jî nekarîne bibin xwedan projeyekî hevbeş ê demokratîk.”

 

Mele Bextiyar got ku beriya sed salan mijara statûya Mûsilê jiber hesabên siyasî bi peymanên Sykes Picot û Sewrê hate destnîşankirin û roja îro jî heman awayî rewşek derketiye holê.

 

Mele Bextiyar diyar kir ku hêzên mezin ên cîhanê wê demê rastiya ciyakî û daxwaza gelan li ber çavan negirtin û got; “Gelo niha jî dê bi çavê desthilatan û bîrên peyrolê ve temaşeyê mijaran bikin an dê daxwazên gelan û pêkhateyan li ber çav bigrin? Eger siyaseta wan ev be, piştî Mûsil û Reqayê jî bêguman dê careke din heman çarenivîs pêk bê. Eger li ser hîmê berjewendiyên aborî û daxwaza ewlekariyê ligel welatên serdest çareseriyan bigerin dîsa dê tevgerên azadiya gelan û yê gelo kurd zirar bibîne.”

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê di berdewama gotara xwe de diha axivî:

 

“Di demekê de em bi şerê Mûsilê ve mijûl in, çavê tevahiya cîhanê li vê herêmê ye, li Rojavayê Kurdistanê şoreşek heye, dewletên fûndemantalîst selmandine ku nikarin bi dewleta netewperest hebûna xwe berdewam bike. Di demek wiha de ku destê hemû welatên mezin dîsa di Mûsilê de ye, dewleta Tirkiyê jî bi awayekî xwe tevlî nav vê pirsgirêka nîv leşkerî û nîv siyasî dike. Bê guman ev yek bê plan nîne û bi wê dîrokê ve girêdayî ye.”

 

Mele Bextiyar di gotara xwe de got ku hemû desthilatên Iraqê nekarîne bi awayekî demokratîk û aştiyane mafên gelê kurd misoger bikin û lewma jî niha kurd dixwazin bi referandûmê çarenivîsa xwe diyar bikin.

 

Di çarçoveya konferansa “Piştî operasyona Mûsil û Reqayê rewşa Kurdistanê” îro 3 panel hatine sazkirin. Di serî de ji Amerîka, Rûsya, Erebîstana Siûdî û Îranê, ji gelek welatên din lêkoîner û rewşenbîr beşdarî konferansê dibin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst