21 efser bi Wezîrê Pêşmerge re çûne malê

19-10-2015
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Pêşmerge
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Tevgera Gorran, PDKê bi dûrxistin û qutkirina nanê wan efser û pêşmergeyên ku nêzîkî tevgera wan in, tometbar kir. Parlamento lêkolînê li ser wê mijarê dike. Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ti pêşmergeyek li ser alîgirtiya partiyên siyasî ji kar nehatiye dûrxistin.

Piştî ku PDKê roja 11ê vê mehê Wezîrê Pêşmerge ku ser bi Gorranê ve ye ligel wezîrên din ên Tevgera Gorran û Serokê Parlamentoyê ji karên wan dûr xistin, medyayên Gorranê, PDKê bi dûrxistin û qutkirina nanê wan efser û pêşmergeyên ku nêzîkî tevgera wan in, tometbar kir.

PDK: Em ti carî qebûl nakin Pêşmerge li ser nêrîna xwe ya siyasî werin cezakirin

Serokê Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistan û parlamenterê PDKê Arî Hersîn ji Rûdawê re got, em li dû sedemên dûrxistina wan efser û pêşmergeyan çûn ên ku tê gotin ji ber hizra siyasî hatine dûrxistin lê derket holê ku fermana dûrxistina wan li ser wî esasî nehatiye dayîn.

Arî Hersîn diyar kir ku nabe nakokî û hevrikiyên siyasî derbasî nav rêz û refên Pêşmerge bibin û bang li tevahiya efser û pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge kir ku eger rastî tiştekî wisa hatin demildest wan agahdar bikin.

Serokê Lêjneya Pêşmerge her wiha got ku ew ti carî qebûl nakin Pêşmerge li ser hizr û nêrîna xwe ya siyasî were cezakirin.
 

Efserek: Emê bi meric vegerin

Efser ji Wezareta Pêşmerge bi navê Arêz ligel Wezîrê Pêşmerge neçûye ser karê xwe û ji Rûdawê re ragihand: “Em 21 efser in, ku ji ber rewşa siyasî bi wezîr re çûn malê, eger rêz û hurmetê li me bigirin, em amade ne vegerin ser karê xwe.”

Wî efserî wiha got: “Kesî em ji karê me dûr nexitiye û ti biryar ji me re nehatiye ku em neçin ser karê xwe, lê em bi xwe ligel wezîr neçûn.”

Biryara dûrxistina Pêşmergeyan nehatiye dan

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Ti biryarek ji Wezareta Pêşmerge yan ji aliyê Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdarî bo dûrxistina ti pêşmergeyekî li ser mijarên siyasî û hizrî nehatiye dan. Herwiha ti kesî jî li cem me gilî nekiriye ku ji karê xwe hatiye dûrxistin.”

Şêwirmendê Leşkerî yê Wezîrê Pêşmerge Seîd Kakeyî ku ligel Wezîrê Pêşmerge neçûye ser karê xwe, ji Rûdawê re ragihand: “Piştî derketina vê aloziyê em bi xwe neçûn ser karê xwe, lê zêdetirî 55 efser û pêşmergeyên ku nêzîkî Gorranê ne, dewamê xwe dikin, lê mixabin tên bêzarkirin da ku dest ji karê xwe berdin, me jî daxwaza ji wan kiriye ku, xoragir bin û li ser karê xwe berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst