Aştî Hewramî: Êdî em dikarin …
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Başûrê Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand, êdî ew ji niha pê de dikarin mûçeyên xelkê bidin.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ku dê şeva çareşemê 21ê Cotmehê di saet 23:05 de li gor dema Hewlêrê bê weşandin, ragihand: “Ji niha şûnde dê hikûmet mehane ji dahata petrol mûçeyên xelkê di dema xwe de bide.”
Aştî Hewramî got: “Lê belê mûçeyên wan 3 mehên ku li ser hev mane, gerek bi rêya zêdekirina hinartina petrol bo derve û zêdebûna dahatê were qerebûkirin.
Hewramî tekez jî kir, ku bi ti awayeşî mûçeyên xelkê ji dest naçin, lê belê hinek dem pêwîst e daku mûçeyên wan her 3 mehan werin dan.”
Derbarê firotina petrol Başûrê Kurdistanê bi awayeke serbixwe de jî, Aştî Hewramî da xuyakirin: “Serkirdatiya siyasî ya kurd di demek zû de piştgîriya me nekir da ku em bi awayeke serbixwe petrol bifiroşin û Hikûmeta Iraqê jî pere nedida.”
Hewramî destnîşan kir: “Me ji 24ê Hezîrana 2015an ve dest bi firotina petrol (bi awayeke serbixwe) kiriye, ji wê demê ve jî me kariye mehane 700 milyon dolar yanî mûçeyekê dabîn bikin.”
Derbarê derketina kirîza darayî de jî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Başûrê Kurdistanê ragihand: “Di encama wê rêkevtina ku partiyên siyasî yên Kurdistanê ligel Bexdayê bo hinartina petrol û wergirtina pere îmza kirin, kirîza aborî çêbû. Ji cihê ku Bexda mehane mehane 1 milyar dolar ji Herêma Kurdistanê re bişîne, tenê 200 heya 300 milyon dişand û bi wê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ket bin bare deyneke zêde.”
Ji sala 2014an ve û di serdema Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî de bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hat birrîn.
Di encama neşadina bûdceya Herêma Kurdistanê de kirîzeke mexzin a darayî li Kurdistanê çêbûye û ew çend meh in ku hikûmetê nekariye mûçeyên xelkê bide.
Ji ber paşketina mûçeyan û kirîzên niha yên Kurdistanê, di 9ê Cotmeha îsal û çedn rojên paştir de şepêleke xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê û bi taybet li sînorê parêzgehên Silêmaniyê, Helebceyê û îdareyên Germiyan û Raperînê çêbûn ku di encama wan xwepêşandanan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 125 kesên din jî birîndar bûn.