Li Kampa Xanikê 3 zarokên koçberên Şingalê şewitîn

Dihok (Rûdaw)-  Li Kampa Xankê ya li parêzgeha Dihokê agir bi çadira malbateke koçberên Şinaglê ket û di encamê de 3 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku, “Malbatekê li Kampa Xankê şemalkek bo ronîkirina nava çadira xwe danîbûn û zarokên wan di xew de bûn. Lê ji nişkê ve agir bi çadira wan ket û 3 zarokên wan şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.”

Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku, “Yek ji wan zarokan kur bû û temenê wî 7 salî bû û herdu zarokên din jî keç bûn û temenê wan 5 û 2 bû.”

Herwiha Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Ew malbata penaberên Şingalê 5 zarokên wan hebûn, 3 şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû û yek jî bi xwe nexweş e.”