EFRÎN - Çekdar bi nav hev dikevin: Amadehiyên êrişê tên kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên mixalif bi nav hev dikevin û amadehiyên êrişên nû tên kirin.
Çekdarên “Hêza Hevbeş” xwe amade dikin ku êrişî çekdarên grûpa Siqûr el-Şemalê bikin.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê biryar dabû ku grûpa Siqûr el-Şemalê nemîne.
Siqûr el-Şemalê ev biryar red kiribû û tevlî grûpa el-Cebhe el-Şamiyeyê bûbû.
“Hêza Hevbeş” ji Grûpa Siltan Silêman Şah a bi fermandariya Mihemed el-Casim Ebû Emşe û Fîrqeya el- Hemze ya bi fermandariya Seyf Bolad Ebû Bekir pêk tê.
Hêza Hevbeş niha xwe amade dike ku êrişî Siqûr el-Şemalê bike ku fermandarê wê Hesen Xeyriyê ye.
“Biryar heye ku Siqûr el-Şemalê were tesfiyekirin”
Hûmam Îsayê ku li ser van kom û komikên çekdar pispor e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Artêşa Niştimanî piştî nakokiyan biryar da ku grûpa Siqûr el-Şemalê nemîne.
Fermandarên wê grûpê li gel Salih Embûrî ku fermandarekî el-Cebhe el-Şamiyeyê ye civiyan û wan pêşniyar kir ku tevlî Şamiyeyê bibin.
Biryara Hiwar Kilisê heye ku grûpa Siqûr el-Şemalê were tesfîyekirin û tev li Artêşa Niştimanî bibe.”
Çekdar û alîgirên Siqûr el-Şemalê piştî biryara Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê li navenda Efrîna dagirkirî xwenîşandan kirin.
Divê were gotin ku ev kom û komikên navborî zêdetir li herêma Efrînê ya dagirkirî çalak in û aloziyên di nav wan de li Efrînê rû didin.