SÊRT - Jineke Kurd ji ber ku bi Tirkî nizane nehat tedawîkirin!

19-09-2024
RÛDAW
Nîşan Kurd Tirk Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê jineke nexweş a Kurd ji ber ku bi Tirkî nizane li nexweşxaneyê tedawiya wê nehat kirin û jê re hat gotin ku biçe nexweşxaneyeke din.

Li gorî zanyariyan roja Sêşemê nexweşa bi navê Fatma Sumeliyê ku di guhên wê de pirsgirêk hebûn ji bo  tedawiyê çû beşa Qirik, Poz û Guh a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Yek ji bijîşkên wê beşê xwest ku pişkinîna wergirtina axaftinê ku SRT jê re tê gotin ji navborî re bike lê ji ber ku bi zimanê Tirkî nedizanî ew test jê re nehat kirin.

Piştre jî bijîşkê ku muayeneya Fatma Sumeliyê kiriye li belgeya ku ji bo testê hatiye amadekirin nivîsî:

“Ji ber ku nexweş bi Tirkî nizane nirxên wê yên SRTyê nehatin pîvan.”

“Bijîşk xwest ku em biçin Amed û Êlihê”

Her wiha pêşniyar kir ku Sumelî biçe nexweşxaneyeke din.

Kurê Fatma Sumeliyê, Abbas Sumelî li ser mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Sumelî ragihand ku wî dayîka xwe ji ber pirsgirêkeke di guhê wê de biriye nexweşxaneyê û got:

“Ji ber ku dayîka min bi başî nedibihîst em çûn nexweşxaneyê.

Em çûn nexweşxaneyê û me testa guhan jê re kir.

Li wê derê bi cîhazekê pişkinîn jê re hat kirin û piştre bijîşk lê nihêrî.

Bijîşk xwest ku em biçin Amed û Êlihê.

Dema me li kaxiza ku wan daye nihêrî me dît ku wiha nivîsîne, ji ber ku nexweş bi Tirkî nizane nirxên wê yên SRTyê nehatin pîvan.”

Abbas Sumelî da zanîn ku derfet hebû ji bo wê pişkinînê werger bê kirin lê bijîşkan daxwazeke wiha ji wan nekiriye û anî ziman:

“Yekser xwest em bibin cihekî din. Li wê derê kesên ku bi Kurdî dizanin hebûn. Em jî hebûn lê xwest em biçin bajarekî din.”

“Beşeke zêde ya xelkê Kurd in”

Sumelî amaje bi wê yekê jî da, ji ber ku dayika wî bi zimanê Tirkî nizane bi zimanê xwe daxwaza wergirtina tedawiyê kiriye lê tedawî jê re nehatiye kirin û got:

“Li bajêr beşeke zêde ya xelkê Kurd in û piraniya ew kesên ku diçin nexweşxaneyê Tirkî nizanin.

Divê ev yek ne wiha be. Me careke din jî dît ka xizmeta tenduristî ya bi zimanê dayîkê çi qasî girîng e.”

Sumelî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan li ser bijîşkê nexweşxaneyê jî li Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê gilî tomar kiriye.

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaşê bi pêşniyarpirsekê mijar bir Parlamentoyê û li ser rewşa Fatma Sumeliyê çend pirs ji Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu kirin.

Saritaş di pêşniyarpirsa xwe de amaje bi wê yekê da ku bûyera bi serê Fatma Sumeliyê de hatiye nîşan dide yekzimanî di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de dibe sedema pirsgirêkan û tekez kir divê ji bo bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên dewletê sererastkirinên pêwîst werin kirin.

Beşek ji pirsên Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê yên ji Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu kirine:

- Gelo dê derbarê ew bijîşkê li Beşa Qirik, Poz û Guh a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ku ji ber nezanîna zimanê Tirkî tedawiya nexweş nekiriye ti karûbarên îdarî bên destpêkirin?

- Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ti nexweşên din hene ku ji ber heman sedemê nehatine tedawîkirin?

- Ji bo wan welatiyên ku Tirkî nizanin li nexweşxaneyê planeke we ya çareseriyê heye?

- Dê wezareta we derbarê wan pirsgirêkên ku Kurd ji ber bikaraneanîna zimanê Kurdî li saziyên dewletê  di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de rû bi rû dibin gavekê biavêje?

- Gelo hûn difikirin ku di pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de li ser bingehên mafên mirovan polîtîkayên xwe biguherin ku hemû gel bikarin bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê wergirin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst