Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çiyayê Gabarê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bîravayê yê li quntara Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şirnexê agir bi daristanê ket.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Mehmet Zekî Îrmez jî ragihand ku ti midaxaleyek ji bo vemirandina agir nayê kirin.

Li gorî zanyaran, îro li gundê Bîravayê yê li Quntara Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket û şewat hîn jî berdewam

Ji ber bayê gur agir her diçe zêdetir li daristana herêmê belav dibe.

Parlamenterê YSPyê yê Şirnexê  Mehmet Zekî Îrmez li ser hesabê xwe yê medyayaya civakî dîmenên agir belav kirin û ragihand ku hîn jî ti midaxaleyek ji bo vemirandina wî agirî nehatiye kirin.

“Xweza û dar dibin qurbaniyên polîtîkayên ewlehiyê”

Îrmez got, “Hîn jî ji bo agirê li gundê Bîravayê yê li qunatara Çiyayê Gabarê ti midaxele nehatiye kirin.

Wekî ku di dîmenan de xuya dibe xweza û dar ji bo polîtîkayên ewlehî û talanê yên desthilata AKP-MHPyê tên qurbanîkirin.”

Gundê Bîrava salên 90î ji ber şerê di navbera Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de hatiye valakirin.

Li wê devera ku agir bi daristanê ketiye binkeyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê heye.

Piraniya caran agir ji ber avêtina guleyên hawan û topan bi daristanên navçeyê dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst