Li Moskowê kes guh nade şer: Galaya Hespan

Maskow (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê sîrka siwarbaziyê bi hunereke ciyawaz hat li darxistin.

Li Rûsyayê li aliyekî şer li aliyekî din jî çalakiyên cur bi cur tên organizekirin.

Bi van çalakiyan hinekî be jî xwe ji rojeva şer dûr dixin.

Performansa siwarbazan a bêhempa, lîstikvaniya nuwaze, hunera dîjîtal û muzîka zindî bi hev re.

Ev Pêşandana Galaya Hespan e ku cara pêşîn e li Rûsyayê hatiye sazkirin.

Li arênayê pêşanên ciyawaz; azadiya hespan, hêmanên siwarbaziyê, şanoya hespan, akrobasî, govend û hunerên cuda yên bilind tên pêşkêşkirin.

Li van hemû pêşandanan, karakterên sereke hesp in.

“Hezkirina min a ji hespan dibe ku genetîk be”

Hunermenda siwariyê Ayida Hacîmîrzayevayê got,“Hesp, di rastiyê de ajaleke bizdok e. Ji her tiştî ditirse.

Lewma jî ragirtina bala hespan pir zehmet e.

Lê di encama ezmûnan de, hevtêgihîştin peyda dibe û tu êdî hînî psîkolojiya hespê dibî û li gorî vê jî, tu xwe nêzî hespê dikî. Hezkirina min a hespan dibe ku genetîk be.

Bapîrê min beytar bûye û dibêjin, ji hespan gelekî hez kiriye.

Dibe ku hezkirina wî derbasî min jî bûbe.”

Hevahengiya koma hespên reş ên Frîzî, li gel otomobîlan û muzîka orkestraya senfonî û lîstika ronahiyê, efekteke fantastîk diafrînin.

Temaşevanê bi navê Vladîmîr kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

“Kêfa min gelekî jê re hat. Du hespên keça min jî hene, ew bi werzişa siwarbaziyê re mijûl e.

Lewma jî siwarbazî ji min re pir nêz e. Pêşan gelek serencrakêş e!”

“Ez li vir hînî gelek tiştan dibim”

Temaşevan Valentîna Ivanovayê jî wiha axivî:

“Şoveke wiha rengareng û şanowarî û profesyonel, ez cara yekê ye lê temaşe dikim.

Aferîn ji amadekaran re! Ez hem kêfê werdigirim û li vir hînî gelek tiştan jî dibim.”

Performansên cîmnast û akrobatên hewayî û siwarbaziya bi şêwaza kowboyan, temaşevan bi xwe re dibin Texasa sedsala 19an.

Û Tinkerên Îrlandî yên nazenîn û bi bijiyên xwe yên dirêj, li gel Hêspê Drumê yê Brîtanî yê hêzdar re, şanoya "Firîşteyan" nîşan didin.

Performansa hijmekar a dibistana siwariyê ya Kremlinê, li gel stran û govendên koroya Kazakan, her kesî heyîrî dihêle!

“Ji bo min tevkariya bi hespan re kar nîne, belkî jiyan e”

Hunermendê siwariyê Vadîm Kolodîçkîn got, “Siwarbaziya sîrkê, ji siwarbaziya werzişê cuda ye.

Tê de bikaranîna çekan tune, tenê hostatiyeke bilind a teknîkî heye.

Bê guman, di siwarbaziyê de zehmet e ku mirov asaniya hêmanekî nîşan bide.

Girîngiya siwarbaziyê ew e ku em hêmaneke herî giran, bi rehetî pêk tînin.

Ji bo min tevkariya bi hespan re ne kar e, belkî jiyan e, ez pê dijîm.”

Zêdetirî sed hespî beşdarî Gala Showê dibin li gel 450 hunermend, akrobat, werzişvan û tîmeke mezin a amadekaran.

 Herwiha 6 hezar temaşevan beşdarî galayê bûn. Tê payîn ku şova hespan her sal were pêşandan.