Encamên Konferansa Lozanê çi ne?
Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Kurdistanî encamnameya konferansa bi navê “Kurd û Kurdistan di Sedsaliya Peymana Lozanê de” eşkere kir.
Di encamnameya de hat ragihandin ku “Divê em Kurd bi yekitiyê xwedî li mafê xwe û destkeftiyên xwe derkevin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çepên Kesk, 17ê Îlonê bi navê “Di Sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” konferansek saz kir.
Partiyên Kurdistanî, bi daxuyaniyekê encamnameya Konferansa Lozanê ku duh li Cemiyeta Rojnamegerên Bakur û Rojhilat a li Amedê hat lidarxistin parve kir.
Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCDyê Bedran Ozturk, Serokê Giştî ya PÎAyê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKPyê Sînan Çîftyurek, Serokê PSKyê Bayram Bozyel, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansa bi navê “Di Sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan”ê bûn.
Encamnameya Konferansa Kurd û Kurdistan di Sedsaliya Peymana Lozanê de wiha ye:
“Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku destûreke nû ya hebûna gelê Kurd nas bike, bê çêkirin.
Peymana Lozanê, tenê neteweya Kurd ji mafên rewa yên neteweyî yên demokratîk û îmkanên dewletbûnê bêpar nehişt. Herwiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsaleke bêîstîqrar, şer û pevçûnan.
Em Peymana Lozanê ya ku îradeya gelê me tê de hat paşguhkirin nas nakin û kesê ku ev peyman îmze kiriye û bi cih aniye bi tundî şermezar dikin.
‘Wan piştî Lozanê red û înkara li hemberî Kurdan kir fermî’
Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku Kemalîstan di dema parçebûna Împaratoriya Osmaniyan de bi navê biratiya olî piştgirî ji Kurdan xwest û got dê dewleta hevpar a Tirkiyeyê û Kurdan were avakirin.
Piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin û mafên ziman ên di Peymana Lozanê de jî pêk neanîn.
Hikûmeta Enqereyê ya ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi awayê fermî hatibû naskirin, piştî sê mehan red û înkara li hemberî gelê Kurd rewa kir û kir fermî.
‘Bi armanca tunekirina Kurdan qetlîamên mezin pêk anîn’
Di destûra bingehîn a 1924an de têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesê li Tirkiyeyê dijîn wekî Tirk dihesibîne, hat bicîkirin.
Takrîr-î Sûkûn a di sala 1925an de derket û 'Plana Îslahatê ya Rojhilat" ku pişt re bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bû bingeha rejîma leşkerî ku sedsaleke nû li Kurdistanê bidome.
Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê Kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anîn.
Rejîma Kemalîst di sala 1921ê de li Koçgiriyê, di sala 1925an de li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30î de li Agiriyê, li Zîlanê û di sala 1938an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir.
‘Li dijî destkeftiyên Kurdan êriş berdewam in’
Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweseriya Rojava berdewam dikin.
Li aliyê din Partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê de ne. Li dijî kadroyên siyasî bê navber operasyon tên meşandin û polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meşandin.
Gelê me tevî hemû êriş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya neteweyî domand, didomîne.
Gelê me li Başûrê Kurdistanê ji sala 2005an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e.
Li gorî vê avakirin û berfirehkirina tifaqa neteweyî erk û berpirsyariyeke bingehîn e.
Daxwazên di Konferansê de hatin kirin
Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Wekî her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî re tevdigere û ji bo aştiyeke mayînde şertekî pêwîst e.
Avakirina sîstemeke piranîparêz, nenavendî û demokratîk li gorî binyada Tirkiyeyê ya pirnetewe, pirçand, pirol û bawerî îhtiyaceke mezin e. Ev jî berî her tiştî bi çêkirina destûreke ku tê wateya peymaneke civatî mimkun e.
Di makezagona nû ya ku dê bê çêkirin de
-Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bi awayê fermî bê nasîn.
-Divê Kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wekî zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wekî zimanê fermî li gel Tirkî bê nasîn.
-Divê zemîneke demokratik bê avakirin ku rê li ber Kurdan veke da karibin bi navên Kurd û Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin.
-Divê statuyek ji bo gelê Kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rê ve bibe.
-Divê navên bi Kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bên îadekirin.
-Divê cihê gorê kesayetên Kurd ku dewlet vedişêre bêne diyarkirin.
-Bi vî awayî divê jiyana gelê Kurd bi gelên din re bi şeklê wekhev, azad û birûmet bi awayekî qanûnî û civakî bê parastin.
Divê hişmendiya zilmê bi dawî bibe
Divê zihniyeta înkar û zilmê ya ku li hemberî gelên Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ereb, Azerî, Tirkmen û dîn-baweriyên wekî Elewî-Sunî, Xiristiyan, Mûsewî û Êzdiyên li Kurdistanê dijîn, tê meşandin bi dawî bibe.
Cudahiyên etnîkî, dînî û çandî yên civata Kurdistanê divê wekî dewlemendiyê di destûrê de cih bigirin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên navneteweyî yên din dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya diyarkirina çareseriya xwe û neheqiya Lozanê.
Banga me ya ji dewleta Tirk ra ev e: Sîstema li ser înkara Kurdan hatiye avakirin nadome. Hatiye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gele Tirk jî azad nabe. Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya Kurd a aştiyane û demokratik destpêkeke nû bikin.
Werin em hêz û çavkaniyên xwe ne ji şer û pevçûnan re lê ji destûreke nû ku îmkana bi hev re jiyaneke azad, birûmet û wekhev dide gelen Kurd, Tirk û yên din re seferber bikin.
Em dê tev bi hev re bi ser bikevin.”