Li Qamişloyê biryara bihakirina mazotê hat protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişloyê biryara Rêveberiya Xweser a derbarê bihakirina mazotê de hat protestokirin.

Demjimêr 12:00ê nîvro, li ser bangewaziya hejmarek çalavanan, xelk li ber avahiya şaredariya Qamişloyê kom bû.

Xelkê bajêr daxwaza hilweşandina biryara bihakirina mazotê kir.

Şemdîn Nebiyê ku yek ji çalakvan e ku ev çalakî organîze kiribû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Beşdarên grevê ji ber avahiya şarederiyê heta çaryana trafîkê ku jê re dewareya Sonî tê gotin meşiyan.”

Nebî herwiha da zanîn ku beşdaran biryara Rêveberiya Xweser a derbarê bihakirina mazotê de protesto kir û daxwaza hilweşandina wê biryarê kir.

Li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê mazotê nêzîkî ji sedî 400 hatibû zêdekirin.

Li ser vê biryara bihakirina mazotê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û xwepêşandan tên kirin.