Mesrûr Barzanî li ser bombebarana li Silêmaniyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser bombebarana li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Doh piştî nîvro li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê teqîneke bihêz rû da.

Rêveberê Nahiyeya Erbetê Daban Mihamed ji Rûdawê re ragihand ku bi dronan êrişî balafirgehê hatiye kirin.

Herwiha hat ragihandin ku di êrişê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmergeyan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.

"Em şermazar dikin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser bûyerê daxuyiyek da û got:

“Bûyera Balafirgeha Erbetê em dilgiran kirine. Divê rayedarên pêwendîdar li ser sedema vê bûyerê lêkolînan bikin û di dema herî zû de rastiyan eşkere bikin.

Em hemû binpêkirina serweriya Kurdistan û Îraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bibin şermezar dikin.”