150 malbatên DAIŞê ji kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin

19-09-2022
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Malbatên DAIŞê Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare roja pêncşemê 150 malbatên din ên DAIŞê ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Iraqê bên vegerandin. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê dibêje “heta niha 790 malbatên Iraqî ji kampa Holê bo Iraqê hatine vegerandin.

Roja Dûşemê 19.9.2022, Endamê perlemtoya Iraqê û nûnerê parêzgeha Neynewa Şêrwan Dubardanî ji Rûdawê re ragihand, ku biryare roja pêncşema bê 150 malbatên din ên çekdarên DAIŞê ku ji 438 kesan pêk tên ji kampa Holê bo kampa Ceda li başûrê sînorê parêzgeha Neynewayê bên vegerandin.

Nûnerê parêzgeha Neynewa ragihand, ku ew 150 malbat ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve lêkolîn li navên wan hatiye kirin, û ti kes ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve nayên xwestin.

Şêrwan Dubardanî dilgiraniya xwe anî ziman û got, ku wan çendîn car daxwaz kirine ku her malbateke ji kampa Holê bê vegerandin were birin bo parêzgeha xwe, ne ku hemû li kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewayê bên komkirin. Dubardanî got jî ku vegera malbatên çekdarên DAIŞê di demekê de ye ku êrîşên çekdarên DAIŞê di dema dawî de zêde bûne, lewma pêwîste tedbîrên tund bên wergirtin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan yê Iraqê Elî Ebas jî roja Duşemê 19 Îlonê ji Rûdawê re ragihand, heta niha 790 malbatên Iraqî ku piraniya wan jin, zarok û kesên bi temenin, bo Iraqê hatine vegerandin.

Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê de ye û zêdetirî 70 hezar koçber tê de dimînin, ku nêzîkî 30 hezar ji wan Iraqî ne.

Ji sala 2018an ve, piştî bidawîbûna hejmûna DAIŞê li Sûriyê, hejmarek malbatên çekdarên DAIŞê bo kampê hatine birin.

Heta niha 790 pkoçberên Îraqî ji kampa Holê piştî ku komîteyeka asayişa ya Iraqê dosyayên wan di ber çavan re derbas kirine hatine vegerandin û bo kampa Cedda li Nînewayê veguhestin ji bo guncandinê û çaksaziyê berî ku bên vegerandin bo zêdên xwe.

Di dawiya Tîrmehê de Rêveberiya Xweser 146 jin û zarokên DAIŞê radestî Tacikistanê kiribûn. Di destpêka Tîrmehê de jî, Fransa 51 jin û zarok vegerandin, ku bi wê yekê hejmara giştî ya kesên ku vegerandine bo Fransa gihand 161 kesan.

Di meha borî de hêzên HSDê û YPGê dest bi operasyonekê di nav kampa Holê de kirin û hejmarek endamên DAIŞê girtin. Nêzîkî du heftî berê jî, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand bû, bi dehan bergumanên DAIŞê di operasyonên wan de hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst