Serok Barzanî û Bafil Talebanî dicivin

19-09-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Bafil Talebanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Giştî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî dike. Hat diyarkirin ku dê mijara civînê berbijêrê serokkomarê Iraqê û peywendiyên PDK û YNK bin.

Serok Barzanî îro Duşemê 19ê Îlona 2022an li Pîrmam a Hewlêrê bi Serokê Giştî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re dicive.

Li gor zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine civîn dê li ser peywendiyên PDK û YNK û yekalîkirina berbijêrê serokkomar û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê were kirin.

Her wiha Berpirsê Peywendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Siweylî li ser serdana Bafil Talebanî ji Rûdawê re got, heta duh pêşketineke berçav di peywendiyên PDK û YNKê de nebû lê hatina Bafil Talebanî û hevdîtina wî ya bi Serok Barzanî re mijareke girîng e.

Serok Barzanî û Serokê Giştî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî herî dawî 4ê Tebaxa 2022an li ser mijara yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanê, berbijêrê serokkomariya Iraqê û pirsgirêkên li pêşiya Iraq û Herêma Kurdistanê civiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst