Asayîşa Rêveberiya Xweser bi tometa DAIŞê 40 kes girtin

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan Asayişa Rêveberiya Xwese Hesekê Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, Asayîşa Rêveberiya Xweser bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî 30 kes bi tohmeta DAIŞê girtin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Rêveberiya Xweser, hêzên wan ên taybet (HAT) bi piştîvaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî li herdû gundên Abid û Filahe yên başûrê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 30 kes bi tohmeta DAIŞê girtine.

Li gor heman çavkaniyê, piştî komkirina zanyarî û belgeyan li ser wan her 30 kesan, derket ku destê wan di alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê de li navçeyê heye, herwiha ew kes bûne sedema kuştina xelkê ji aliyê DAIŞê ve, hevdem Asayîşê dest daniye ser çek û amûrên teknîkî yên li ba wan girtiyan.

Çarşema borî jî, hêzên HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî DAIŞê li bajarokê Dîban li rojhilatê Dêrezorê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst