Li Mêrdînê ji ber 'bîranîna Apê Mûsa' qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “ewlekariyê” hemû çalakiyên wek meş, civîn û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin. Yek ji sedemên qedexekirinê wek “Bîranîna Musa Anter” hatiye nîşandan.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku, ji ber sedemên “ewlekariyê”  hemû çalakî, meş, civîn û xwepêşandan ji 19ê Îlona 2021ê heta 3ê Cotmeha 2021ê bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Yek ji sedemên qedexekirinê wek “Bîranîna Musa Anter” hatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Musa Anter ê rojnameya Îlerî Yurt derdixist di 20ê Îlona 1992an li taxa Seyrantepe a Amedê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da. PKK û kesên girêdayî wan dê li ser gora wî û li cihê bûyerê bîranînan bikin.”

Li gor daxuyaniyê ji bilî reklamên bazirganî pêwîst e ji bo hemû daxuyaniyên rojnamevanî, belavkirina belavok û afîşan, kirina rapirsiyan, grêvên birçîbûnê, vedana kon, protesto û çalakiyan destûr ji saziyên peywendîdar bê wergirtin.

Her li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê, armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirtin e li epêkanîna tawanan.”

Qedexekirina çalakiyan li Mêrdînê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.