KCK: Kesên li Silêmaniyê êrişî kadroyê me kirine dê bên cezakirin

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan KCK PKK Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê bûyera kuştina Şukrî Serhed, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê de ragihand “Kesên êriş kirine û êriş dane kirin tekez dê bên cezakirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê îro derbarê bûyera kuştina Şukrî Serhed, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Şukrî Serhed ji aliyê saziya îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ve hatiye kuştin û gefa tolhildanê xwar û got, kesên ev êriş kirine û dane kirin wê werin cezakirin.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hevrêyê me Şukru Serhat ê ku hemû temenê xwe daye têkoşîna azadiyê û Endamê Komîteya Hevgirtina Bi Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê bû, li Silêmaniyê ji aliyê MÎTê ve hate kuştin. Em hevrêyê xwe yê şehîd bi hurmet bi bîr tînin û sozê didin ku kesên ev êriş kirine û dane kirin wê werin cezakirin.”

KCK herwiha amaje bi bûyera roja Pêncşemê li Silêmaniyê jî dike, ku têde endamekî PKKê yê bi navê Ferhat Bariş Kondu di êrişeke çekdarî de bi giranî birîndar bûbû û dibêje, Ev diyar dike ku li Başûrê Kurdistanê MÎT’ê gelekî xwe rêxistin kiriye û wê ji niha şûnde van êrişan bidomîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, êrişên vê dawiyê yên li bajarê Silêmaniyê bo ser endamên PKKê, weke qirkirina Kurdan bi nav dike û dibêje: “Ev êrişên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û ya li dijî welatparêzên kurd diyar dike ku ev êriş ji bo qirkirina Kurdan e. Ev êrişa li dijî heval Şukru wekî parçeyekî vê polîtîkayê ye. Zilm û zexta li Bakurê Kurdistanê, êrişên dagirker ên li dijî Rojava û êrişên li ser Mexmûr û Şengalê bi kîjan armancê tê kirin, ev cînayet jî bi vê armancê tê kirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, KCK welatên Ewropa û Amerîkayê jî tohmetbar dike, ku piştgirî didin siyaseta “qirkirina Kurdan” û “tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan” û dibêje: “Ewropa û DYE jî piştgiriyê didin tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan û polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan, Rojhilata Navîn di serî de Tirkiyeyê li qadên cihê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji vî aliyî ve DYE û welatên Ewropayê li her derê şirîkên sûc in. Car caran ji bo ku vê piştgiriya xwe ya di êriş û polîtîkayên qirêj de veşêrin, dibêjin bila sivîl neyên kuştin. Bi van gotinên xwe polîtîkayên qirkirina Kurdan ên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê teşwîq dikin.”

Roja Înê 17ê Îlonê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, li Silêmaniyê derdora demjimêr 09.00 rastî êrişeke çekdarî hatibû û di encamî de jiyana xwe ji dest da.

Herwiha roja Pêncşemê 16ê Îlonê li bajarê Silêmaniyê, teqe li endamekî PKKê yê bi navê Ferhat Bariş Kondu, ku 33 salî û ji Riha ya Bakurê Kurdistanê ye, hatibû kirin û di wê bûyerê de jî ew kes bi giranî birîndar bûbû.

Piştî herdu bûyeran, roja 18ê Îlonê, Odeya Operasyonên Hevbeş li Silêmaniyê, di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê kesek bi tohmeta kuştin û birîndarkirina du kesên endamên PKKê li Silêmaniyê desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, “Di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, plan hat eşkerekirin û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran hat desteserkirin. Tohmetbar bo dadgehê hatiye şandin daku cezayê xwe werbigire.”

Lê belê medyayên ser bi PKKê ve û ji wan jî Roj News û ajansa nûçeyan a Firat ragihandine, ew kesê hatiye desteserkirin, bikujê Şukrî Serhed nîne.

Medyayên ser bi PKKê ve dibêjin, kesê hatiye desteserkirin, ew kes e ku di bûyereke din de teqe li karkerê ji Bakurê Kurdistanê Ferhat Bariş Kondu kiribû û ew bi giranî birîndar kiribû.

Li gor agahiyên ku di wan medyayan de hatine weşandin, “4 kes di kuştina Şukrî Serhed de beşdar bûne, ku yekî gulle berdaye û sê kesên din jî çavdêriya derdorê kirine”, piştî bûyerê jî bi otomobîleke ji corê Pîkapê reviyane.

Di nûçeya ANFê de wiha hatiye gotin, “Hin jêderên ku nexwestin navê xwe bidin û li gorî agahiyan kesên ku êrîş anîne ne yek kes tenê ye, ji hêla gelek kesan ve plansaziya wê hatiye kirin. Eynî jêder dibêjin kesê ku hatiye girtin ew kes e ku 16'ê Îlonê êrîş biriye ser Ferhat Bariş Kondu. Lê kesên ku Yasîn Bulut (Şukru Serhat) qetil kirin nehatine girtin. Li gorî agahiyan 4 kesan êrîş birine ser Yasîn Bulut, ji wan yekî jê êrîşa çekdarî aniye û 3 kes jî li nêzî cihê rûdanê ne. Kesên ku suîkast kirine li pîkabeke bi markaya Toyota siwar bûne û reviyane.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst