Medyayên PKKê: Kesê li Silêmaniyê hatiye desteserkirin, ne bikujê Şukrî Serhed e

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan PKK Silêmanî Yasîn Bulut Şukrî Serhed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyên dezgehên ewlehî û îstixbaratî yên Silêmaniyê yên derbarê detseserkirina bikujê kadroyekî pilebilind ê PKKê red dikin û dibêjin, ew kesê hatiye desteserkirin, ne bikujê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnavê Şukrî Serhed e.

Di rojên 16 û 17 ên vê mehê de li bajarê Silêmaniyê di du bûyerên cuda de li dijî kadoryên PKKê êrişên çekdarî pêk hatin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Piştî ku roja 17ê Îlonê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnavê Şukrî Serhed li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin, saziyên ewlekariyê yên parêzgeha Silêmaniyê (ku di destê YNKê de ne) daxuyanî dan û ragihandin, kesê ku plana sereke ya êrişê danîbû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Lê medyayên ser bi PKKê ve û ji wan jî Roj News û ajansa nûçeyan a Firat ragihandine, ew kesê hatiye desteserkirin, bikujê Şukrî Serhed nîne.

Medyayên ser bi PKKê ve dibêjin, kesê hatiye desteserkirin, ew kes e ku di bûyereke din de teqe li karkerê ji Bakurê Kurdistanê Ferhat Bariş Kondu kiribû û ew bi giranî birîndar kiribû.

Li gor agahiyên ku di wan medyayan de hatine weşandin, “4 kes di kuştina Şukrî Serhed de beşdar bûne, ku yekî gulle berdaye û sê kesên din jî çavdêriya derdorê kirine”, piştî bûyerê jî bi otomobîleke ji corê Pîkapê reviyane.

Di nûçeya ANFê de wiha hatiye gotin, “Hin jêderên ku nexwestin navê xwe bidin û li gorî agahiyan kesên ku êrîş anîne ne yek kes tenê ye, ji hêla gelek kesan ve plansaziya wê hatiye kirin. Eynî jêder dibêjin kesê ku hatiye girtin ew kes e ku 16'ê Îlonê êrîş biriye ser Ferhat Bariş Kondu. Lê kesên ku Yasîn Bulut (Şukru Serhat) qetil kirin nehatine girtin. Li gorî agahiyan 4 kesan êrîş birine ser Yasîn Bulut, ji wan yekî jê êrîşa çekdarî aniye û 3 kes jî li nêzî cihê rûdanê ne. Kesên ku suîkast kirine li pîkabeke bi markaya Toyota siwar bûne û reviyane.”

Roja Înê 17ê Îlonê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, li Silêmaniyê derdora demjimêr 09.00 rastî êrişeke çekdarî hatibû û di encamî de jiyana xwe ji dest da.

Herwiha roja Pêncşemê 16ê Îlonê li bajarê Silêmaniyê, teqe li endamekî PKKê yê bi navê Ferhat Bariş Kondu, ku 33 salî û ji Riha ya Bakurê Kurdistanê ye, hatibû kirin û di wê bûyerê de jî ew kes bi giranî birîndar bûbû.

Piştî herdu bûyeran, roja 18ê Îlonê, Odeya Operasyonên Hevbeş li Silêmaniyê, di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê kesek bi tohmeta kuştin û birîndarkirina du kesên endamên PKKê li Silêmaniyê desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, “Di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, plan hat eşkerekirin û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran hat desteserkirin. Tohmetbar bo dadgehê hatiye şandin daku cezayê xwe werbigire.”

Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa li ser Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Şukrî Serhed, şermezar kiribû û daxwaz kiribû tawanbar di zûtirîn dem de bên dîtin.

Qubad Talebanî tekez kiribû, “Silêmanî bajarê aramî û seqamgiriyê ye bo her kes û her kes jî dikare li jêr siya aramî û asayişa vî bajarî bijî bêyî ti ciyawaziyekê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst