Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê konferanseke perwerdeyê saz dike

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê, îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, konferanseke perwerdeyê saz dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wê konferansê de gotaran pêşkêş bikin.

Konferanseke perwerdeyê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê çend panêlên din jî li xwe digire û giftugo derbarê sîstema K-19 a perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dike.

Biryar e Wezîrê Perwerdehiyê Dr. Alan Heme Seîd û Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Aram Mihemed Qadir jî di panêlekê de beşdar bin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê amaje bi wê kiriye, armanca wê konferansa perwerdeyê ku dê demjimêr 09.00 destpê bike, “diyarkirina hêlan e bo ku ew sîstem bibe sîstemeke nimûne bo Iraq û Rojhilata Navîn.”

Sîstema K-19 çi ye?

Sîstema K-19, sîstemeke perwerdeyê ye ku ji destpêka xwendinê heta wergirtina bawernameya doktorayê, bi yek paketê xwendekaran  amade dike.

Li gor wê sîstemê du wezareta namînin û wezaretên xwendina bilind û perwerdeyê dibin yek wezaret.

Ev sîstem destpêşxeriya Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê ye bo Serokê Herêma Kurdistanê. Eger îro ev sîstem bê pesendkirin, di heyama sê salên bê de dê bi temamî were cîbicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst