VÎDEO - Li Efrînê çekdaran zarokekî yek salî kuştin

19-09-2020
RÛDAW
Li Efrînê çekdarekî girêdayê opozisyona Sûiryê  li ser cadeya Vêlat gule berda matorê welatiyekî Kurd
Li Efrînê çekdarekî girêdayê opozisyona Sûiryê li ser cadeya Vêlat gule berda matorê welatiyekî Kurd
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî yek salî bi guleya çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê hat kuştin

Çavkaniyek taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku îro danê berî nîvro saet 11.00  li Efrînê çekdarekî girêdayê opozisyona Sûiryê  li ser cadeya Vêlat gule berda matorê welatiyekî Kurd û di encamê de, zarokekî Kurd li ser wî matorî di hembêza bavê xwe de hat kuştin.

Li gor zanyariyên wê çavkaniya taybet, li ser cadeya Vêlat, çekdaran bi hniceta ku ranewestiya, gul berdan matorê welatiyekî Kurd, ew birîndar dibe û zarokê wî yê bi navê Yûsif Osman ku temenê wî salek e jiyana xwe ji dest dide.

Heta niha jî grûpên çekdar li ser vê bûyerê ti daxuyaniyek belav nekirine, lê dîmenê gulebarankirina wî matorê gihişte Rûdawê.

Di dîmenan de xuya dibe, çekdarek bi kilanşîkofê li ser cadeya Vêlat guleyan ber dide.

Komîsyona Lêkolîna Navdewletî berî çend rojan raportek belav kiribû û aşkere kiribû ku hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve li bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî gelek kiryarên binpêkirina mafên mirov pêk anîne.

Komisyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê Hanny Megally jî ji Rûdawê re ragihandibû, komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê tawan û binpêkariyan dikin.

Piştî rapora Komîsyona Lêkolînan ya Navdewletî, Komîsyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li yasaya navdewletî bigire û kiryarên grûpên çekdar yên girêdayî wê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê rawestîne û lêkolîneke serbixwe derbarê tawanên çekdaran de bike.

Komisyara Mafê Mirovan Michelle Bachelet ragihandibû, ku di mehên borî de, li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî kiryarên kuştin, revandin û dest danîna ser milk û malên xelkê gelekî zêde bûye û rewşa wan navçeyan gelek xirab e.

Komisyara Komîsyona Mafê Mirovan ya  Netewên Yekbûyî tekez kiribû, ku ji 1ê meha Çileya îsal ve û heta 14ê Êlûnê, herî kêm li wan navçeyan 116 kes hatine kuştin, hin ji wan ji ber teqînan jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de 15 jin û 20 zarokan hene.

Komisyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku rêzê li yasaya navdewletî bigire û kiryarên grûpên çekdar yên girêdayî wê rawestîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst