HSD pêgehên xwe li qeraxên çemê Firatê bihêz dike

19-09-2020
RÛDAW
Nîşan HSD Çemê Firatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên HSD pêgeh û xalên xwe yên çavdêrî û kontrolê li ser qeraxên çemê Feratê bihêz dike.

Li gor ajanseke xwecihî, şeva derbasbûyî, karwanek hêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî nav bajarokê el-Şihêl li rojhilatê Dêrezorê bûne.

Li gor heman ajansê, hêzên HSD pêgeh û xalên xwe yên kontrol li nav bajarokê navborî zêde kirine.

Ajansê herwiha diyar kiriye ku hêzên HSDê pêgeh û xalên xwe yên çavdêriyê li ser qeraxên çemê Feratê li hember hêzên Sûriyê zêde kirine.

Ajansê da zanîn ku ev belavbûna hêzên HSDê ji bo aramkirina navçeyê û rêgiriyê li her tevgereke şaneyên DAIŞê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst