Li Berwariya Sêrtê xwê bûye çavkaniya debara jiyanê

19-09-2020
RÛDAW
Her torbekî xwê bi 20-30 lîreyên Tirkî difroşin
Her torbekî xwê bi 20-30 lîreyên Tirkî difroşin
Nîşan Xwê Berwarî Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ya parêzgeha Sêrta Bakurê Kurdistanê, xwêya ku ji bîrên li çiya û geliyên deverê tê berhemanîn, ji bo gundiyên deverê, di warê aborî de, çavkaniya debara jiyanê ye.

Weke gelek malbatan, dayika bi navê Wesile Erdogan a ji gundê Serhêlê yê ser bi navçeya navborî ve, tevî zarokên xwe, bi rêbazên kevneşop xwê derdixin. 

Wesîle Erdogan dibêje, “Em difiroşin, dixwin û didin xelkê. Nas û dostên me hene, ji me xwê dixwazin û em didinê.”

Wesîle Erdogan dibêje ew bi zehmetiyeke mezin xwêyê derdixin, dema baran û lehî tên, ew neçar dimînin xuya ku çêkirine birjînin û ji nû ve derxin.

Wesîle Erdogan diyar dike, “Zehmetiyeke mezin e, dema baran û lehî tê em dirjînin.”

Gundiyên Serhêlê ku ji destpêka biharê û heta dawiya payîzê xwê derdixin, her torbekî xwê bi 20-30 lîreyên Tirkî difroşin.

Xwêya ku li vir tê derxistin, di nav penêr, û madeyên ku tişt pê tên hilanîn û cûrên tûrşûyan de tê bikaranîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst