Jinên DAIŞî: Kampa Holê bûye zindan

19-09-2020
Loloxan
Nîşan Kampa Holê Rojavayê Kurdistanê Heseke Jinên DAIŞî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Holê ku dikeve rojhilatê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, jinên DAIŞî berdewamî jê direvin, bi gotina van jinan, ligel nebûna xizmetguzariyan û kêmbûna zêde ya derman kamp li wan bû ye zindan.

Jineke DAIŞî ya Rûsî bi navê Fatîme dibêje, “Ev ne wek ku tu li mala xwe bijî, divê tu avê bîne, jin li vê derê rêz dibin bo avê, jin jibo avê lihev didin, ez hew dikarim li jêr vê guvaşê bim, hemû dixwazin vegerin welatên xwe, lê heta jiyan li Rûsyayê jî zêde zehmet e, dibe ku em bên girtin, 3ê zarokên min hene, keçek min girtiye, ez tiştekî li ser nizanim, min ew ligel hevalê xwe hişt û hat girtin.”

Her jinek DAIŞî li kampa Holê pirsgirêkek wê heye, tevî ku jiyana wan li kampê bi zehmetî derbas dikin, di heman demê de jî naxwazin vegerin welatê ku jê hatine, ditirsin bên girtin û cezakirin.

Jineke din a DAIŞî ya Çînî jî diyar dike “Ez xelka Çînê me, lê qet ez naxwazim vegerim, jiber xelk ji wê derê direvin, tişta ku em dixwazin divê ligel hevjînên xwe biçin Tirkiyê, zarokên me pêwîstiya wan bi bavên wan heye.”

Asayîşa kampa Holê 3 hewildanên reva jinên DAIŞê ji kampê pûç kirine, piraniya wan hewildanan jî ji aliyê zêdetirî 15 jinên Rûsî û Çînî hatibûn kirin, ku dixwestin bi rêya sehrîcên avê birevin.

Berdevkê Asayîşa kampa Holê Elî Hesen dibêje, “Malbatên DAIŞê berdewamî xwestine ji kampê birevin, gelek awayên revê bikr anîne, ji wan jî bi rêya sejhrîcên avê, piştî pişkinînê hatine dîtin, niha şaneyên razayî yên DAIŞê li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê zêde çalak bûne bo jinavbirina aramiyê, ev kar bi rêya dewletên cîran wek Tirkiyê dibe, ku gelek pereyan jibo revandina kesyetiyan ji kampê xerc dike.”

Niha li kampa Holê zêdetirî 60 hezar kes ji 60 welatan hatibûn tevlî DAIŞê bibûn lê dimînin, 40 hezar zarok, 9 hezar jin û 11 hezar zilam, piraniya wan jî kesûkarên DAIŞê ne, piştî bidwîbûna vê rêxistinê li Baxoza Dêrezorê ji aliyê HSDê lê hatin bicîhkirin.

Li gor gotina çavdêrên peywendîdar kampa Holê dewleteke biçûk a DAIŞê ye, bi nerîna wan çavdêran eger pirsa çekdar û kesûkarên DAIŞê li vê kampê çareser nebe, dibe di siberojê de nifşekî cîhadîxwazên zêde radîkal jê derkevin meydanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst