SILÊMANÎ – Kêla gorên helbestvan û dîroknasên Kurd hatine şikandin

19-09-2018
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Goristan Emîn Zekî Beg
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmaniyê gorên çend helbestvan û dîroknasên navdar ên Kurd hatine têkbirin û kêlên wan jî hatine şikandin. Polîs dibêje, heta niha jî nayê zanîn ka kî/kê û bi kîjan armancî ev kar kiriye.

 

Li gorî pêdaçûnên Rûdawê, beriya çend rojan kêla gorên helbestan Salim û Kurdî yên li Goristana Seywan a Silêmaniyê hatine şikandin. Li heman goristanê gora nivîskar û dîroknasê navdar ê Başûrê Kurdistanê Emîn Zekî Begê jî dihête têkbirin.

 

Goristana Seywan mezintirîn goristana bajarê Silêmaniyê ye û gorên kesayetên navdar ên vê bajarê jî têde ne. Hê jî polîsê Silêmaniyê nizane ka kî ne ev kar kirine.

 

Emîn Zekî Beg sala 1880ê li taxa Goyje ya Silêmaniyê jidayik bûye û 10ê Tîrmeha 1948ê koça dawî kiriye. Ew bûye beşek ji dîroka ronakbîrî û siyasî yê Silêmaniyê.

 

Beriya 20 salan peykertraş Zahir Sidqî kêla gora wî bi awayeke hûnerî nûjen kiribû.

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst