Îranê ji ber şerê Efrînê 22 sal zîndan ji 2 kurdên Urmiyê re birrî

19-09-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Kurd Efrîn Dadgeh Zîndan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê du welatiyên Kurd ên xelkê Urmiyê ji ber endambûna di YPGê de û beşdariya wan di şerê Efrînê de bi 22 sal zîndan hukim da.

 

Li gorî raporteke Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, ku rêxistineke civaka sivîl e û rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, dadgeheke Îranê sizayê 22 sal zîndanê bi ser du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Urmiyê de sepandiye.

 

Li gorî raportê, Mistefa Qadir Zêyneb û Rehîm Mehmûdî di dema êrişa artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û di şerê li dijî Tirkiyê de beşdar bûne.

 

Her du welatiyên Kurd ên ji Urmiyê, di şer û pevçûnên Efrînê de birîndar dibin û bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke bajarê Helebê tên veguhastin.

 

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê daye xuyakirin, ku li nexweşxaneyeke bajarê Helebê û di dema dermankirinê de hêzên hikûmeta Sûriyê haydarî nasnameya her du welatiyên Kurd Mistefa Qadir Zêyneb û Rehîm Mehmûdî dibin û dizanin ku wan regeznameya Îranê heye, lewma wan digirin û radestê Supaya Pasdaran a Îranê didin.

 

Di raportê de tê gotin, ku Supaya Pasdaran wan herdu welatiyên Kurd di zivistana 2017ê de ji Sûriyê vediguhêze Îranê û li girtîgeha Êvîn a Tehranê bo dema heftiyekê lêkolîn bi wan re tê kirin, lê piştre Supaya Pasdaran ew herdu Kurd radestî Îtilaata Urmiyê kirine.

 

Li gorî agahiyan, piştî derbasbûna demeke dirêj ji lêkolînên bi wan re, Liqa 3 a Dadgeha Şoreşê li Urmiyê, ji her yek ji Mistefa Qadir Zêyneb û Rehîm Mehmûdî re 11 sal zîndan birrî.

 

Dadgeha Îranê ew her du welatiyên Kurd bi endambûna di komên dijberî Îranê, Kombûn û desthebûn û propagandaya li dijî hikûmeta wî welatî, tohmetbar kirine.

 

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê diayr kiriye, ku proseya dadgehîkirina wan herdu kesan bi awaykê dadperwerane nebûye û heta mafê diyarkirina parêzer jî ji xwe re nebûne.


Di 20ê Çileya 2018ê de artêşa Tirkiyê û hin komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve êrişî Herêma Efrînê kirin û bo dema 58 rojan di navbera wan û şervanên YPGê û HSDê de şer û pevçûn berdewam kir. Di 18ê Adara îsal de jî piraniya rûberê Herêma Efrînê kete bin kontrola artêşa Tirkiyê û wan komên çekdar ên Sûrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst