Torên elektirîk û avê li Efrînê hatin talankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Her du xetên av û elektirîkş yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser destê grûpên çekdar hatine talankirin.

 

Grûpênçekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve tesîsên dabeşkirina elektirîkî, transên veguhestina elektirîkê û tesîs û pompeyên veguhestin û dabeşkirina avê li herêma Efrînê talan kirine. Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji endezyarên pispor di bi warê av û elektirîkê de bi dest xistine; torên av û elektirîkê û amûrên dabeşkirin û veguhestina wan hema hema bi temamî hatine talankirin.

 

Li herêma Efrînê tesîsa sereke ya elektirîkê li gundê Tirindê hebû. Ji tesîsa sereke hêlên şaxî ji bo her şeş nahiyeyên herêmê hatibûn rakêşan.

 

Li herêma Efrînê derdora 3000 transên elektirîkê li nav bajêr û gundên wî dabeşkirî bûn.Bihayê her transekî, li gorî qebareya wê di navbera 12000-120000 dolarî de bû.Niha dinavbera %60-70 ji wan transan li ser destê grûpên çekdar hatine dizîn.

 

Herwiha ava Efrînê ji tesîsa bendava Meydanê nêzîk li gundê Metîna dihat rakêşan. Li bajarê Efrînê du tesîsên sereke yên wergirtin û dabeşkirina ava vexwarinê hebûn. Yek ji wan li ser rêya Cindirêsê û ya din ji li ser rêya Raco nêzîk gundê Coqê bûn. Tevahiya amûrên her du tesîsan û navgînên veguhestin û dabeşkirina avê hatine dizîn.

 

Ji bilî tesîsên av, elektirîk, trans û pompeyan jî tevahiya têlên tora elektirîkê hatine dizîn. Li piraniya deveran, dîrekên elektirîkê jî hatine hilkirin û wekî êzing hatine firotin.

 

Çekdaran transên mezin ji nav Efrînê dizîne û odeyên wan kirine dikanên bazirganiyê. Grûpên çekdar kanzaya mis anku nuhas ji nava trans û pompeyan derdixin û difiroşin.

 

Ji bo bidestxistin û firotina çend kîlo ji kanzaya mis, çekdarên opozisyona Sûriyêyên ser bi Tirkiyê ve bi bihayê milyonên dolaran zerar gihandine herdu torên elektirîk û avê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Çavkaniya pispor ku derbarê vê yekê de zanyariyên hûr dane Rûdawê, dibêje ku ev grûpên çekdar tenê ji bo dizî û talankirinê li tenişt artêşa Tirkiyê destdanîne ser herêma Efrînê. Bi gotina heman çavkaniyê, ew ne tenê kêbirkiyê liser dizî û talankirinê dikin, di heman demê de hin caran şer û pevçûn jî di navbera wan de li ser diziyê derdikevin.