Li Kerkûkê coş û xiroşa giştpirsiyê

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê bi beşdarbûna aliyên siyasî û xelkê bajêr, ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwbeûna Başûrê Kurdistanê mîtîngeke mezin tê sazkirin.

 

Li Kerkûkê yekemîn çalakiya mezin a ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwbûna Başûrê Kurdistanê birêve diçe. Îro (Sêşem 19-09-2017)  ji danê sibê ve hejmareke mezin ê nîştecihên bajêr li qada mîtîngê ya li nêzîk Kelha Kerkûkê civyan.

 

Di ahengê de Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûnerên partiyên siyasî û fermandarên Hêzên Pêşmerge jî amade ne.

 

Kerkûkiyan di dema mîtîngê de alên Kurdistanê û lafîteyên ku li ser dirûşmên piştgiriya giştpirsiyê nivîsandine, bilind kirine.

 




Parêzgar bi 4 zimanan peyam da

 

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di dema mîtîngê de gotarek pêşkeş kir û Kerkûk weke “kelha biratiyê, dil û Qudsa Kurdistanê” binav kir û got: “Kerkûk Kurdistan e û her dê Kurdistan jî bimîne.

 

Kerîm da xuyakirin, ku giştpirsî tê wê wateyê ku Kerkûkî ji hemû cîhanê re biselmînin, ku Kerkûk Kurdistan e û got: “Roja 25ê Îlonê roja çarenivîsa gelê Kurdistanê ye, roja wê ye, ku da ji hemû cîhanê re biselmînin, ku Kerkûk axa Kurdistanê ye.”

 

Necmedîn Kerîm bi 4 zimanên kurdî, erebî, siryanî û tirkmenî bang li gelê Kerkûkê kir û got: “Gelê xwîş û birayên Kerkûkê, em bi hevre herin ser sindoqan.”

 




Kosret Resûl: Pêşmerge Kerkûk parast û dê biparêze

 

Di qada mîtîngê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl axaftinek kir û got: “Silav li pêşmerge bêyî ciyawazî kurd, ereb, tirkmen û aşûriyên Kerkûkê parastiye û dê biparêze. Em hemû bi hevre yekîtiya xwe û herwiha Kurdistanîbûna Kerkûkê biselmînin lê divê em li hember gelên ku li vir dijîn demokratîk bin.”

 

Kosret Resûl da xuyakirin, ku Kerkûk bajarê biratî û pêkve jiyanê ye û got: “Hikûmetên Iraqê yek li pey ya din mafên gelê me binpê kirine. Lewma me biryara giştpirsiyê daye. Ez bang li we hemûyan dikim, ku beşdarî giştpirsiyê bibin û dengê belê bidin. Ez hêvîdar im hemû gelê Kurdistanê li gel hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin û demokrasiyê li welatê xwe serdest bikin.”

 

Briyare di dema ahengê de gotara 11 partî û aliyên siyasî were pêşkeşkirin û bangaşeya giştpirsiyê were kirin.

 

Ji bo vê ahengê cade û kolanên Kerkûkê bi alên Kurdistanê hatine xemilandin. Herwiha hêzên ewlekariyê jî tedbîr wergirtine.