Li Rojavayê Kurdistanê serjimêrî tê kirin

19-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li 7 bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê îro serjimêrî birêve diçe.

 

Desteya Rêxistinî ya Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê ragihand ku îro serjimêrî li 7 bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê destpê dike û piştre jî dê li her 3 kantonên Rojava û wan deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê jî bê encamdan.


Desteya Rêxistinî ya Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê v serjimêrî dê tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên deverê li xwe digire û herwiha îro bihinvedana fermî heye û nabe bazar jî bêne vekirin.


Di vê serjimêriyê de  ew Kurdên bênasname jî têne jimartin, lê dê li tenişt navê wan, peyva “mektûm” bê nivîsandin.


Peyva “mektûm” ji berê û heya niha ji aliyê hikûmeta Sûriyê bo beşekî ji wan Kurdên bênasname tê bikaranîn, wateya wê jî ew kesên ku bi yekcarî navê wan di tomarên fermî yên dewletê de tine ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst