21 heciyên Kurd li Erebistan Siûdiyê man

19-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 21 heciyên Kurd li Erebistana Siûdiyê ji ber ku di dema xwe de negihîştin firokxaneyê li wê derê man.


Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqişbendî ji Rûdawê re diyar kir ku duh bi şev yekemîn karwanê heciyên Kurdistanê gihîştin Hewlêrê lê 21 li firokxaneya Cideyê ya Erebistana Siûdiyê man.


Merîwan Neqişbendî diyar kir ku ew 21 heciyên navborî hêj li firokxaneya Cideyê li benda hatinê ne.


Îsal ji Herêma Kurdistanê 3 hezar û 650 kes ji bo ferza hecê çûn Erebistana Siûdiyê.


Yekemîm karwana heciyên Herêma Kurdistanê 17ê Îlonê vegeriya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst