Li ser sînorê Pirsûs û Kobanê trajediya mirovahî

19-09-2014
RÛDAW
..
..
A+ A-
Pirsûs (Rûdaw) – Ji ber şerê dijwar ê YPG û DAIŞê li Kobanê bi hezaran gelê sivîl cihê xwe berdan û berê xwe dan sînorê Tirkiyeyê. Peyamnêrê Rûdawê Maşellah Dekak ji ser sînorê Pirsûsa Rihayê ragihand ku heta niha ji 4 hezaran zêdetir gelê sivîl derbasî bakûrê Kurdistanê bûye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Maşellah Dekak ragihand, kesên xizmên wan hene derbasî gel xizmên xwe dibin, kesên xizmên wan nîne li dibistanên gundê Leylî û Ziyaretê dimînin. Dekak her wiha ragihand, li ber têlên sînor mayîn jî hene û îro jinekê pê li mayînê kiriye bi giran birîndar bûye û hê ji ser sînor gelek kes hene û sibê dê rewş zelal bibe.

 

Hate ragihandin, ji ber ser sînorê ala YPGê daçikandibû leşkerên tirk mudaxele kirine û av rişandiye ser gel. Dekak ser hestiyariyên gelê Pirsûsê û Bakurê Kurdistanê jî got, “Gelê vir dudil e. Hem naxwazin Kobanê vala bibe, hem jî naxwazin ev trajedî rû bide. Lê diyar e, gelek tişt wê sibê ronî bibe.” Dekak her wiha ragihand ji aliyê rojavayê dengên megafonê tên ku aramiya gel dixwazin û naxwizn gel ber bi sînorê ve biçe.

 

Hate ragihandin heta niha 100 gundên Kobanê ji ber êrişên DAIŞê hatine valakirin û piraniya wan niha li navenda Kobanê dimînin û gelek ji wan jî berê xwe dayê sînorê Tirkiyeyê.

 

Niha li devera sînorê tu dezgeyeke navneteweyî diyar nîne û hin saziyên sivil ên wek Mazlum Der û Baroya Amedê sibê di daxuyaniyê derbarî mijarê de bidin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst