Li Rihayê termometreyan 48 pile nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê germahî tesîreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.

Li Rihayê ku ji wan bajarên Bakurê Kurdfistanê ye pileyên herî bilind ên germahiyê tên pîvan, ji ber germa û kelekela havînê kuçe û kolan vala dimînin

Li bajêrê ku germa havînê zêde ye, termometreyan îro 48 pile nîşan da.

Li bajêr xelk li parqan û herwiha li cihên bi keskahî yên li Gola Masiyan a qedîm hewl didin xwe honik bikin.

Herwiha hat dîtin ku hin welatiyan jî bi şemsiye û şewqêyan xwestin xwe ji tîrêjên tavê biparêzin.