Li Kilîsê Kurdekî ji Rojava bi hinceta YPGyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya YPGyê” welatiyekî Rojavayê Kurdistanê hat girtin.

Hat ragihandin ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Kilîsê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê bi hinceta ku “beşdarî çalakiyên YPGyê” bûye ji bo desteserkirina welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê U.V. dest bi xebatê kiriye.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan, li navenda Kilîsê U.V. desteser kirin û piştî wergirtina îfadeyan ew bir Dadgeha Kilîsê.

Dadgeha Kilîsê bi hinceta “endamtiya YPGyê” biryara girtina U.V. da.