KERKÛK - Rêbiwar Taha ji bo zimanên Tirkmenî û Suryanî ferman da!

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Rêbiwar Taha Ferman Tirkmenî Suryanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ji hemû saziyên fermî re fermanek şand ku li gel Kurdî û Erebî girîngiyê bidin zimanên Tirkmenî û Suryanî jî.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha îro fermaneke nivîskî şand ji saziyên fermî yên bajêr re.

Rêbiwar Taha di fermana xwe de ji saziyên pêwendîdar dixwaze ku Tirkmenî û Suryanî jî li gel Kurdî û Erebî di nivîsên fermî de hebin.

Parêzgarê Kerkûkê diyar kir ku ev biryar ji bo nîşandan biratî û pirrengiya Kerkûkê hatiye standin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê û endamê Koalîsyona Ereban (Siyade) Mihemed Hafiz jî bû Serokê Meclisa Bajêr.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd 13ê Tebaxê mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha 14ê Tebaxê li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Rêbiwar Taha di axaftina xwe ya ewil de gotibû “Nasnameya me ya hevpar ‘Kerkûkî’ ye.”

Fermana Parêzgariya Kerkûkê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst