HPGyê amarên çalakiyên hewayî ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayan li Rojavayê Zapê çalakiyên hewayî kirine.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, di van çalakiyan de 8 leşker hatine kuştin û 11 leşker jî hatine birîndarkirin.

HPGyê destnîşan kir ku ev çalakî di navbera 12 û 18ê Tebaxê de li Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî hatine kirin û baregehên artêşa Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê bûne hedef.

HPGyê diyar kir ku bi tevahî 7 çalakiyên hewayî hatine lidarxistin û 6 çeper hatine rûxandin.

Li hêla din, HPGyê destnîşan kir ku ev çalakî ji bo tolhildana fermandar Alan Milazgîr, Berwar Dersîm û Sara Tolhildanê hatine kirin.

Gerîla TVyê jî dîmenên çalakiyan belav kirin. 

Divê were gotin ku heta niha Wezareta Paratinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.