Li Meletiyê erd hejiya

3 demjimêr berê
Nîşan Meletî Arxa Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw ) – Li navçeya Arxayê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku hêza erdhejê 4,0 bûye.

Li gorî agahiyên AFADê, erdhejê saet 12:02yan rû daye û kûrahiya wê 10,31 kîlometre bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşa Bakurê Kurdistanê rojane erdhejên paşekî çêdibin.

Doh jî li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wan / Wêne: Arşîv

Li Wanê 17 kes hatin girtin, hincet PKK ye

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê sivîl û siyasetmedarên Kurd digirin