HESEKÊ – Xelk ji ber kalîteya nan gazinan dike

3 demjimêr berê
Nîşan Hesekê Nan Kalîte Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber kalîteya nan gazinan dike.

Şeniyê Hesekê Ehmed Salih diyar kir nan hem biha û hem jî kalîteya nên kêm e û got:

"Du rebte nan digihin me, rojekê heye û rojekê nîne.

Em 16 kes in, nanê digihê me yan şewitî ye yan hevîr e yan jî gemar û por di nav de ye.

Kalîteya nan xirab e. Zarokên min nîvê nan dixwin û nîvê din didin pez.

Ez neçar dibim çar rebte nanê siyahî (Cureyekî nan ê bi kalîteya baş e) bi 18 hezaran bikirim."

Berpirsê Ofîsa Firneyan a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Umer Hinêdî jî diyar kir ku di kalîteya nên de kêmasî çêbûne.

Sedem çi ne?

Umer Hinêdî li ser sedemên vê yekê ev agahî dan:

“Ji ber çend şaşîtiyan, ji ber karê xirab ê aşên taybet an xwediyên firneyan ên xirab ku vî karê nebaş dikin kêmasî di kalîteya nan de çêbûye.”

Ev yek bi rewşa ewlehiya herêmê ve girêdayî ye, sînor girtî ne, em nikarin alavên nû bikirin, alavên firneyên me kevin bûne.

Lewra em ji bo vê yekê komîteyeke kontrolê saz dikin û hevahengiyê li gel Ofîsa Parastina Bikarber dikin.

Em dê hemû binpêkirinên di vî warî de ceza bikin."

Li Reqayê kontrol zêdetir e

Rêveberiya Fireneyan a Rêveberiya Xweser, li Reqayê karê firneyan li gorî standartan dişopîne.

Alîkarê Hevserokê Destaya Aborî ya Rêveberiya Xweser Ebdulxefûr el-Rûmî li ser sîstema li Reqayê wiha axivî:

"Rêveberiya Firneyan nan bi rêya nûneran dabîn dike.

Ofîsa Nûneran a Rêveberiya Firneyan destûrê dide nûner û dikandaran.

Di heman demê de Ofîsa Lêkolînan jî li firneyan gerên çavdêriyê dike da ku rewşa nan û kar zanibe.

Herwiha Rêveberiya Firneyan ard dide firneyan.

Rojane 230 ton ard li gel mazot, xwê û hevîrtirş didin firneyên li bajêr û qeza û gundan.

Kalîteya nan jî ji aliyê ofîseke taybet a Rêveberiya Firneyan ve tê kontrolkirin.”

Rêvebriya Xweser îsal diyar kir ku dê firin tonê ard bi 800 hezar lîreyên Sûrî bikirin.

Li hêla din, rebteya (Rebte: 9 nanên ku di kîsikekî de bi hev re tên firotin) nên bi hezar û 500 lîreyî ye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wan / Wêne: Arşîv

Li Wanê 17 kes hatin girtin, hincet PKK ye

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê sivîl û siyasetmedarên Kurd digirin