Li Semsûrê kesekî bi elektrîkê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê elektrîkê kesekî ku otomobîla xwe dişûşt girt û ew mir.

Li gundê Doyranayê yê Semsûrê Mustafa Çinar (23) wextê ku bi makîneya ava bitazîk otomobîla xwe dişûşt elektrîkê ew girt û kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Mustafa Çinar bi ambulansê gihand Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê lê xilas nebû.

Tîmên tenduristiyê paşê jî cenaze ji bo otopsiyê bir morga nexweşxaneyê.