Hevpeyvîna Balyozê Brîtanyayê ya bi Rûdawê re li Îraqê bû sedema krîza dîplomatîk

Hewlêr (Rûdaw) - Daxuyaniyên Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hitchen di bernameyeke Rûdawê de bûn sedema bertekên siyasî û dîplomatîk.

Piştî axavtinên Stephen Hitchen hin aliyên siyasî yên Îraqê ji dîplomatê Brîtanî dixwazin lêborînê bixwaze.

Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen beşdarî bernameya "Bestoon Talk"ê ya Rûdawê bû bal kişand gelek mijarên gelekî girîng.

Stephen Hitchen di beşeke axavtina xwe de gotibû “Milîsên li derveyî kontrola dewletê dikarin Îraqê bixin nava tengasiya navneteweyî yan jî wê bikişînin nava şer jî.”

Piştî ku ev gotin ji aliyê Rûdawê ve bi Kurdî û Erebî hatin weşandin, li ser torên civakî bûn rojev.

Herwiha bertekên partiyên siyasî yên li hemberî van gotinên Hitchen jî di medyayên navxweyî û cîhanî de bûn manşet.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê ev gotinên Stephen Hitchen wekî "destwerdana di karên navxweyî yên Îraqê û dûrketina ji wezîfeya xwe ya dîplomatîk" bi nav kir.

"Divê lêborînê bixwaze"

Partiya Dewa Îslamî ya ku serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî serokatiya wê dike li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Partiya Dewa Îslamî di daxuyaniyeyê de ragihand ku Balyozê Brîtanyayê bi daxwiyaniyên xwe yên derbarê rewşa ewlehiyê ya Îraqê de rola xwe ya dîplomatîk û peymanên navdewletî bin pê kiriye û "divê lêborînê bixwaze."

“Milîs ji me hez nakin gef li me dixwin”

Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Stephen Hitchen li ser rewşa ewlehiyê ya Îraqê gotibû:

“Bê guman rewşa ewlehiyê sed carî ji ya berê baştir e lê dîsa jî gef li ser Brîtaniyan û heta li ser min jî gef hene.

Hin milîs ji me hez nakin, wekî mînak ji ber vê yekê zehmet e ku meriv merivên min teşwîq bike ku bên serdana Îraqê bikin.

Ev beşek ji pirsgirêka nebûna kontrolkirina ewlehiyê û nebûna kontrolê li ser belavbûna çekan e.

 belê ez li benda wê rojê me ku geştiyar bi hejmareke mezin vegerin da ku bên serdana vî welatê bedew.”

Berdevkê Partiya Dewa Îslamiyê got, "Bi milyonan ziyaretvanên ku ji navxwe û derveyî Îraqê ji bo beşdarî çilê Îmam Husên neviyê pêxemberê Îslamê bibin ber bi Kerbelaya pîroz be bi rê dikevin ji asta ewlehî û aramiya wî welatî îspat dike."

Wezareta Karên Derve ya Îraqê daxuyaniyek belav kir

Li aliyên Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

"Naveroka Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen bi awayekî ku cureyekî kar û barên ewlehî û siyasî dide wêneyekî reşbîn ji Îraqê bi hikûmet û pêkhateyên wê re re nîşan dide."

Bertekên li hemebrî Balyozê Brîtanî di medyayên navxwe û navneteweyî de yên wekî Reuters, Sky News Arabia, Hadas, Arabia, Al Jazeera, The National, Independent Arabic, CNN Arabic, El-Şerq el-Ewset û gelekên din de bûn manşet.