Ako Mihemed: Mehmûd Êzdî tirs xistibû dilê dagirker û neyarên Kurdistanê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmûd Êzdî Êzidî Pêşmerge Belgefîlm Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasîma nîşandana belgefîlma "Mehmûd Êzdî de Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed got, "Mehmûd Êzdî tirs xistibû dilê dagirker û neyarên Kurdistanê."

Danasîna belgefilma bi navê "Mehmûd Êzdî" ku ji aliyê Rûdawê ve li ser jiyana wî hatiyê çêkirin li Dihokê hat kirin.

Ew belgefîlma taybet a li ser xebata Pêşmerge Mehmûd Êzdî di 45emîn salvegera şehîdkirina wî de bi merasîmeke taybet hat nîşandan.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîma nîşandana belgefîlma “Mehmûd Êzdî” de gotarek pêşkêş kir.

Ako Mihemed di gotara xwe ya li ser belgefîlmê û Mehmûd Êzdî de wiha got:

"Mêvanên hêja, hevçeper û kesûkarên şehîd Mehmûd Êzdî; bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê ez bixêrhatina we dikim.

Ji bo vê rêûresma taybet û nîşandana belgefîlma taybet a li ser xebata Mehmûd Êzdî tê 45emîn salvegera şehîdkirina wî.

Di vê belgefîlmê de em çelengiya qehremanekî rojên giran û dijwar dibînin, zanabûna kodroyeke jêhatî dibînin, partîzaniya partîzanekî efsanewî dibînin.

Tirsa dijminên Kurdistanê li pêşmergeyekî bi bawer dibînin. Mehmûz Êzdî pêşmergeyekî qehreman û partîzanekî gelekî şareza bû.

"Tirs xistibû dilê dagirker û neyarên Kurdistanê"

Ji ber vê çendê jî her bi rastî tirs xistibû dilê dagirker û neyarên Kurdistanê.

Wexta ku di restorantên deverên bindestê rejîma Îraqê parên efserên Îraqî dida, wextê bi nameyêkê digot `Fermandeyên hemû hêzên rejîma Îraqê li parêzgeha Dihokê te tişt ji bo biçûkên xwe dikirîn ji ber hindê min tu nekuştî.`

Bi rastî dilê dagirkerên Kurdistanê tijî tirs kiribû.

Mehmûd Êzdî yek ji wan qehremanan e ew ên dilxweşiya rejîma Îraqê bi niskoya şoreşa Îlonê gelekî kêm kiriye.

Êdî bi wan selmandin ku şoreşa Kurdistanê berdewam e û ta wekî Kurdistanê her dê berdewam be. Û selmand ku gotina wan a “Şoreşa Kurdî heta hetayê bi dawî hat” ti caran pêk nayê.

"Baweriya serkeftinê di rewşa herî nexweş de di nav miletê de vejand"

Mehmûd Êzdî bi êrişên Pêşmergeyane û bi çalakiyên partîzanî baweriyeke mezin xistibû dilê hemû Kurdistaniyan û baweriya serkeftinê di kawdana herî nexweş de di nav miletê de vejand.

Êzidiyatî dûr nîne ji bawer û şoreşgeriya Mehmûd Êzdî. Şehîd Mehmûd Êzdî yek ji perwerdeyên Êzidiyatiyê bû.

"Welatê baweriyê û cihê pîroz ê Êzidiyatiyê Kurdistan e"

Welatê baweriyê û cihê pîroz ên Êzidiyatiyê Kurdistan e. Kurdistan di qewm û baweriya Êzidiyan de ew cihe ku pêwîst e Êzidî biparêzin û pêwîst e yên bi qedir û azad bin.

Kultûra Êzidiyan Kurdistanî ye, warê jidayikbûna baweriyên Êzidiyatiyê û cihê qewl û serpêhatiyên wan ên dînî Kurdistan e.

Zimanê ayînî yê Êzidî Kurdî ye, ji ber hindê jî dibînin li cihên ku Kurd bi giştî tê de têne helandin Êzidî wekî xwe dimînin û ziman, çand û Êzidiyatiyê bi Kurdî diparêzin.

"Qeder û çarenivîsa Kurdên Misilman û Êzidî her gav yek bûye"

Qeder û çarenivîsa Kurdên Misilman û Êzidî her gav yek bûye. Êzidiyan bi qehremanî ji bo azadiya Kurdistanê şer kiriye. Gundên Êzidiyan wekî gundên din ên Kurdan di proseya Enfalan de hatine enfalkirin.

Beriya Mehmûd Êzdî û piştî Mehmûd Êzdî gelek kadro û Pêşmergeyên qehreman ên Êzidî bi mêrînî û zanaya xwe mohra xwe li xebata azadiya Kurdistanê daye.

Çîroka qehremaniyên wekî ku Derwêşê Evdî ku şerê parastina eşîr û xaka Kurdistanê kiriye li hember dagirkerên Ereb û Tirkan her berdewam bûye.

Rêka Mehmûd Êzdî bûye rêka parastina Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi giştî.

"Kurdistaneke bê Êzidiyatî nebûye û nabe"

Nasname û warê Êzidiyatiyê Kurdistan e û Kurdistaneke bê Êzidiyatî nebûye û nabe.

Ji ber vê çendê jî pêwîst e berdewam ev çalakî bêne zêdekirin û her wisa çalakiyên hunerî û kultûrî yên Êzidiyan li seranserê Kurdistanê bêne nîşandan. Wekî pişk e giring ji kultûra Kurdistanê.

Bingehê qewareya Herêma Kurdistanê li ser pêkvejiyana hemû ayînên Kurdistanî hatiye damezirandin.

Gelekî pêwîst e ev prensîb û bingeh bi rêzgirtin û pêwendiyên zêdetir bê bihêzkirin.

"Şoreşa Kurdistanê bi qehremanî û xwîna şoreşgerên Kurdistanê geriyaye"

Şoreşa Kurdistanê bi qehremanî û xwîna şoreşgerên Kurdistanê geriyaye. Ev şoreş jî bingeha man û sebeba jinavneçûna neteweya Kurd û welatê Kurdan Kurdistanê bûye.

Ji ber vê çendê jî pêwîst e ew qehreman neyên jibîrkirin. Xebata van şoreşgeran beşeke giring û sereke ya dîroka Kurdistanê ye.

Ew belgefîlma ku îro li ser xebata şehîd Mehmûd Êzdî tê nîşandan me li Rûdawê wekî erkekê kiriye beramberî wî qehremanê Kurdistanê hîn jî belgefîlmên din di ber destên me de ne em kar li serê dikin.

Hêvîdar im ev belgefîlm bi dilê we be û bîranîneke hêja be ji bo xebat Mehmûd Êzdî û hemû şehîdên Kurdistanê.

Slav li giyanê hemû şehîdan li ser karwanê wan Barzaniyê Nemir û Kek Îdrîsê her tim zindî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst