Li Şingalê qeza: 8 Kurdên Êzidî canê xwe ji dest da

2 demjimêr berê
Nîşan Şingal Qeza Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şingalê qezayeke trafîkê çêbû, 8 kesan canê xwe ji dest da ku hemû jî Kurdên Êzidî bûn.

Qezayê doh êvarî li ser rêya Şingal û Teleferê rû da.

Birevebirê Saziya Koç û Koçberan a Dihokê Pîrdeyan Cefer ji Rûdawê re got ku otomobîlekê û barhilgirekê li hev xistiye.

Li gorî agahiyên ku Pîrdeyan Cefer dane 2 ji wan xelkê Til Uzêrê, ajokar jî ji Xanesorê ye û herwiha 2 ji wan jin in.

Pîrdeyan Cefer diyar kir ku ajokarê barhilgirê jî birîndar bûye.

Li hêla din, her 8 cenaze birine Saziya Bijîşkiya Dadî ya Mûsilê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst