Li Qersê cotkaran dest bi dirûna ceh kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya Qersê cotkar him bi makîneyan û him jî bi edetên ji bav û kalan mane ceh diçinin.

Cotkarên Qersê berî 4 mehan ceh û genim çandibûn.

Niha jî dema dirûnê ye û pale demjimêrên zû yên sibehê berê xwe didin nav van zeviyan.

Alîkarê Serokê Odeya Çandiya Qersê Nazım Oncu got:

“Ez hêvî dikim îsal ji bo bajarê me û welatî û cotkarên me saleke bibereket be û ji Xwedê daxwaz dikim ev prose bê qeza û bela derbas bibe.

Hemû jî di bin vê germayê de dixebitin û Xweda hêzê bide wan.”

Cotkar di bin germahiya 35 pile de heta êvarê dixebitin.

Cotkar ji germahiya zêde aciz in lê ji encama ked û zehmeta xwe dilxweş in.

Cotkar Serkan Çamlî jî got: “Spas ji bo Xwedê saleke bibereket bû. Baran di serdema berhemê de bariya û vê yekê sûdeke zêde da me.

Berhem bibereket e lê ji ber germayê hinek pirsgirêkên me hene.”

Weke mirovan teyr û tilûrên bajar jî ji berhemê cotkaran risqê xwe dixwin.

Serkan Çamlî herwiha got, “Dema em berhemê xwe radikin legleg, qijik û kevok jî para xwe ji wê berhema ku dirije kom dikin.”

Li gorî Odeya Çandiniyê ya Qersê îsal ceh li parêzgehê bi rêjeya ji sedî 20 heta 30 ji sala borî biberekettir e.

Ofîsa Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyeyê (TMO) jî îsal tonek ceh bi 7 hezar û 100 lîre wate 262 dolaran ji cotkaran dikire.

Piraniya cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber zêdebûna xerciyan bi taybetî bihabûna mazotê dinalin.

Cotkar dibêjin berhemê wan çiqasî baş jî be ew ji heq nayên der.