Vê carê jî li Mereşê agir bi daristanan ket

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ya parêzgeha Mereşê ji şevê borî ve daristanek dişewite û hîn jî nehatiye vemirandin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ji ber ku agir nêzîkî panelên enerjiya rojê bûye, metirsiyeke mezin heye.

Parlamenterê CHPyê yê Mereşê Esat Şengul ragihand ku di warê can û mal de heta niha ti metirsî nînin û got:

“Li nêzîkî panelên enerjiya rojê agir heye. Hêvîdar im negihêje wê derê.

Hemû tîmên parastina sivîlan li wê derê ne. Niha dest bi kar û xebatan kiriye.”

Li navçeya Goksûnê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê doh danê êvarê derdora demjimêr 18.00an agir bi daristanê ket û heta niha jî nehatiye vemirandin.

"Agir nêzîkî panelên enerjiya rojê ye"

Esat Şengul vîdeoyeke agir jî belav kir û anî ziman:

“Li deverên di navbera taxa Goynuk û taxa Keklikolukê yên Goksunê de dîsa kezeba me dişewite.

Li nêzîkî gundan tîmên agirvemirandinê mudaxele dikin lê li serê çiyê heta niha ti helîkopter an jî balafirekê mudaxele nekiriye.”

Esat Şengul herwiha da zanîn ji ber ku ba heye agir belav dibe û got:

“Hêvîdar im di demeke kurt de helîkopter û balafir mudaxele bikin.

Di warê can û mal de ti metirsî nînin lê agir nêzîkî panelên enerjiya rojê ye.

Hêvîdar im negihêje wir. Tîm hemû li wê derê ne û niha mudaxele dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst