RIHA - DEDAŞê dîsa elektrîk qut kir: Welatiyan êdî debar nekir, daketin kolanan

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha DEDAŞ Elektrîk Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê piştî ku DEDAŞê elektrîka wan qut kir welatî daketin kolanan.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku deynê xwe nadin elektrîka welatiyan qut dike.

Tîmên DEDAŞê şeva borî vê carê jî karebaya taxa Yavuz Selîmê ya Rihayê qut kir û şêniyên taxê zêde kir. 

Welatiyan piştî ku DEDAŞê karebaya wan qut kir daketin kolanan û wan ew kompanya protesto kir.

Xelkê bi konteynerên gilêşê rê girt û lastîkên otomobîlan şewitandin.

Bi ser de hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û di navbera wan û welatiyan de alozî derket.

“Êdî bes e”

Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal, li ser hesaba xwe ya tora civakî dîmenên çalakiya welatiyan belav kirin û got:

“Li cadeya Açiksiyê ya li taxa Yavuz Selîmê ku yek ji cihên herî navendî yên Rihayê ye, ev hefteyek e heman saetê elektrîk tê qutkirin.

Xelkê taxê bi şewitandina lastîkan bertek nîşan dide. Ne tenê li gundan êdî li navenda bajarê Rihayê jî zilma DEDAŞê heye.

Ti bajar bi qasî Rihayê ji ber elektrîkê nayê mexdûrkirin. Êdî bes e.

Li Rihayê li dijî zilma DEDAŞê û pirsgirêka elektrîkê çareseriyekê bibînin.

Ev desthilat li şûna ku guh bide welatiyan û pirsgirêkên wan çareser bike, wekî her demê polîsan dişîne û welatiyan û hêzên ewlehiyê tîne hemberî hev.”

Li gundan nexweşên kronîk hene

DEDAŞê şeva borî xelkê 7 gundên navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di tariyê de hişt.

Li gorî zanyariyan, DEDAŞê bi şev elektrîka gundên Xirabê Tûyan, Zergûzabanî, Şêx Hesen, Xirabê Nêriyan, Tekekûyî, Rêzok û Danêrê qut kiriye.

Li wan gundan nexweşên kronîk hene û ji ber zêdebûna pileyên germahiyê rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Şandeyeke Partiya Çepên Kesk (YSP) bi serokayetiya parlamenter Newroz Uysal Aslan çû wan gundan.

Li gor zanyariyan, şandeya YSPyê bi rêveberê DEDAŞê yê navçeyê re bi rêya telofonê axiviye.

Rêveber ji wan re gotiye ku ew gund elektrîka qaçax bi kar tîne û ji ber wê jî elektrîka wan hatiye birîn.

Berî çend rojan tîmên DEDAŞê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê jî bi otomobîlên bêplake geriyabûn.

Van tîman karebaya bajarokê Tilqebînê û 6 gundên navçeyê jî qut kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst