Emar Hekîm ji Rûdawê re: Hûn dikarin destkeftiyên bêhtir bidest bixin

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Emar Hekîm Xelata Zêrîn ya Stevieyê Rûdaw Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Hêzên Nîştimanî ya Dewletê Emar Hekîm bi boneya wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê, Rûdaw pîroz kir û got, “Hûn dikarin destkeftiyên bêhtir bidest bixin.”

Serokê Hevpeymaniya Hêzên Nîştimanî ya Dewletê Emar Hekîm ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir û got:

“We û hemû kesên ku di kanalê de dixebitin ji bo bidestxistina xelata Stevieyê wekî kompaniyeke giştî di warê medyayê de pîroz dikim.”

"Ji bo me ne surprîz e"

Emar Hekîm diyar kir ku Rûdawê ji ber cudahiya karê xwe xelat wergirt û wiha anî ziman, “Ji bo me ne surprîz e ku we ev xelat ji ber xebatên xwe yên cihêreng ên medyayê bi dest xist."

Herwiha Hekîm hêviya serkeftinê ji Rûdawê re xwest û got:

“Em hêvîya serkeftina berdewam a karên we yên ji bo pêşxistina demokrasîyê dixwazin.

Ew jî ji bo bersiva daxwazên gelên Îraqê yên bi hemû pêkhatan re ye û hûn dikarin destkeftiyên bêhtir bidest bixin.”

14ê Tebaxê di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Xelata Kompanyaya Salê"(Company of the Year) wergirt.

Ev xelat di çarçoveya bandora her sê barnameyên “Legel Renc”, “Berpirsyar” û “Diktor Aras”, herwiha ji ber berfirehiya rûmal û belavbûna nûçeyên wan hatiye dayîn.

Xelatên Stevieyê dê roja 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst