Penaberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin Herêma Kurdistanê pêş ve bibin

19-08-2023
RÛDAW
Penaberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin Herêma Kurdistanê pêş ve bibin
Penaberên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin Herêma Kurdistanê pêş ve bibin
Nîşan Penaberên Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Giwêlanê ya navçeya Kelekê ya Duhokê cotkarên penaber ên Rojavayê Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe, li nêzî kampa ku lê dimînin zevî kirê kirine çandiniyê dikin.

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina berhemên çandiniyê yên herêmê jî dibin alîkar.

Cotkar dibêjin eger hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide wan, dê bêtir sûdê bigihînin çandiniya herêmê.

"Em reviyan hatin vê derê"

Cotkar Efrînî Mihened Xelîl got:

“Em bixwe berê li Sûriyeyê cotkar bûn. Sûriye xerab bû me zevî, mal, motorên xwe gişt di cih de hiştin em reviyan hatin vê derê.

Li vê derê jî kar tine. Mirovên wekî min bi temen nikarin bixebitin. Min bihîst ku Kurdistan bixwe pêwîstiya xwe bi keskayî heye.

Erdê xwe ava xwe pir e. Em dixwazin feydeyekê li Hikûmeta Herêmê bikin.”

Ew gelek corên keskayê yên wek îsot, bacan, garis diçînin lê beşê herî zêde ji çandiniya wan miloxiyê ye.

Kar tune ka emê çi bikin? 

Cotkarê ji Kobaniyê Bozan Kereo diyar kir:

“Em fikirîn me got em çandiniya miloxiyê bikin. Me çandiniya miloxiyê kir. Kar tune ka emê çi bikin? Me seyare kirê kiriye, em pê dibin Hewlêr, Behirke, Kesnezan, em dibin her derî.”

Di nav her baxçeyekî de nêzîkî 10 karkeran dixebitin.

Cotkar dibêjin, ew piştevaniyê ji ti kesî wernagirin lê eger Hikûmeta Herêma kurdistanê piştgiriyê bide wan, dê çandiniya wan baştir bibe û karibin berhemên zêdetir biçînin.

Herwiha cotkar dibêjin dê karker jî zêde bibin, wê demê dê karibin behemên xwe ji bo welatên derve jî bişînin.

Piraniya van cotkaran xelkê herêmên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Ev cotkar li kampa Giwêlan ya li parêzgeha Duhokê dimînin, gelekan ji wan heman kar li Rojavayê Kurdistanê dikir. 

Nûçe: Ronak Qewas

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst