Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tebqa û Hesekê de 45 stûnên elektrîkê hatine dizîn.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku dizîn û têkdana stûnên elektirîkê li başûrê Hesekê berdewam dike.
Azad Silêman ku rêveberekî ofîsa enerjiyê ye li Cizîrê got, parçeyên hesin ên 45 stûnên elektirîkê yên di navbera Tebqa û Hesekê de hatine dizîn.
Bi gotina Azad Silêman ji ber wê yekê her bayek rabe dê ew stûn bikevin û gelek bajarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bê elektirîk bimînin.
Doh ji ber ba li Şedadê 14 stûnên elektirîkê ketin û ji ber wê yekê jî elektirîka hinek navçeyên Cizîrê qut bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse