'Biryara Amerîkayê rûyê hinek Kurdan reş kir'

19-08-2023
Hisên Omer
Hisên Neso
Hisên Neso
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Xulam Îshaq Kurdên Êzidî Koçberî Hisên Neso Efrîn Grûpên Çekdar Ednan Mûrad Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yasanasê Efrînî Hisên Neso li ser biryara Amerîkayê ya cezakirina grûpên çekdar got, “ Ev biryar rûyê Kurdên ku hewl didin rûyê grûpên çekdar spî bike reş kir.”

Neso herwiha da zanîn ku "Dê bibe sedemek ku metirsiyê têxe dilê dewleta Tirk û hêzên çekdar û dê bibe rêgir di berdewamiya binpêkirinan de."

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê grûpên Fîrqeya el-Hemze û Fîrqeya Siltan Silêman Şah ku beşek in ji Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyeyê ya Girêdayî Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên wan li dijî welatiyên Kurd li herêma Efrînê xiste lîsteya sizayan.

"Dikarin amûrên sizadana wan pêş bixin"

Di daxuyaniyekê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşweaziya vê pêngavê kir û got:

“Em pêşwaziyê li sizayên Amerîkayê yên li dijî her du grûpên Hemzat û Emşat ên terorîst û fermandarên wan dikin û em bawer in ku saziyên Amerîkayê dikarin amûrên sizadana wan pêş bixin.

Rapora Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hovîtiya kiryarên terorîst ên van rêxistinên terorîst ên girêdayî dagîrkeriya Tirk aşkere kirin.

Ev kiryarên terorîst ne takane ne, lê metodîk û stratejîk in û bi fermana dewleta dagîrker a Tirkiyeyê tên kirin.

Em daxwazê li Rêxistinên navdewletî dikin sedemên terorê li navçeyên di bin dagîrkeriya Tirkiyeyê ji nav bibin ku dagîrkerî bixwe ye û tawanbar hesab bidin.”

“Biryara cezakirina grûpên çekdar dê metirsiyê têxe dilê Tirkiyeyê”

Hisên Neso, yasanasekî Efrînî ye ji gundê Tirmîşa yê nahiyeya Şiyê û mala wî bi xwe ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye desteserkirin, ji Rûdawê re behsa girîngiya yasayî ya vê biryarê kir.

Yasanas Hisên Naso biryara amerîkayê bi vî awayî nirxand:

"Ev cara yekemîn e Dewleta Amerîkayê ku endamê Encûmena Ewlehiyê ye biryareke bi vî rengî ya girîng distîne.

Bêguman ev biryara sizakirina grûpên çekdar ji hêla Amerîkayê ve biryareke pîroz û erênî ye.

Herwiha ew nîşana rûreşkirina rûyê hemû grûpên çekdar û terorîst, dewleta Tirk û koalîsyona opozîsyona Sûriyeyê û wan Kurdên ku hewl didin rûyê van grûpan spî bikin e.

Di baweriya min de biryareke bi vî rengî girîng wê bibe sedemek ku metirsiyê têxe dilê dewleta Tirk û hêzên çekdar û wê bibe rêgir di paşerojê de li berdewamiya binpêkirinan.

Di warê Zagonî de wê bibe bigehek û argumentek di destê rêxistinên mafên mirovan de daxwaz bikin ku Amerîka wan hêzên çekdar têxe lîsteya terorê li gorî zagona Amerîkayê ya regezname û koçberiyê ya xala 219an."

“Pêwîst e hemû grûpên çekdar dersekê ji vê biryarê wergirin”

Serokê Komeleya Kurdî li Hewlêrê û xelkê Efrînê, ji Rûdawê re gotibû, pêwîst e hemû grûpên çekdar dersekê ji vê biryarê wergirin.

Serokê Komeleya Kurdî ya Hewlêrê Ednan Mûrad diyar kir:

"Helbet biryara Amerîkayê gaveke pîroz e. Du grûpên çekdar ên Emşat û Hemzat bi hikum li Efrînê grûpên sereke ne.

Grûpên wek Semeqend, Weqas, Şerqiye, Ehrar el-Şam hene. Grûpên çekdar pir in.

Divê ev grûpên çekdar karibin ji vê biryarê dersekê wergirin."

Mûrad gotibû jî ku grûpên çekdar fişarê li muxtar û encûmenên xwecihî dikin û neçar dikin daxuyaniyan li dijî biryara Amerîkayê bidin.

Çalakvanê Efrînî, Mistefa Şêxo ji Rûdawê re da zanîn di dema hewldana derxistina xwepêşandanekê li dijî biryara Amerîkayê şer û pevçûn li nav bajarê Cindirêsê di çekdarên grûpa Zengî û Emşat xwe bi xwe de derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst