Li Minbicê 37 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Minbicê bi dehan bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir girtin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku wan şeva çarşemê 16 vê mehê, ji bo rêgiriya li belavbûna madeyên hişbir, li bajarê Minbicê operasyonên cuda encam dan.

Di wan operasyonan de, 37 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin.

Herwiha Asayîşa Rêveberiya Xweser dest bi ser hinek çek û madeyên hişbir ên cuda de girt.

Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku wan dest bi lêpirsînan kiriye û paşê ew dê wan kesan bişînin dadgehê.